HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist 2022-05-14 13:09:23   ÎZMÎR - Di Konferansa Herêma Egeyê ya HDP’ê de banga têkoşîna li dijî faşîzmê hat kirin û ew dixwazin kongreyek HDP’ê ya xurt li dar bixin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferansa Herêma Egeyê li Navenda Çandê ya Ahmet Piriştina ya li Karşiyakaya Îzmîrê li dar xist. Di konferansê de pankartên “Berxwedana mezin, meşa mezin”, “Em ê ji kujeran hesab bixwazin”, “Têkoşîna jinan li her derê ye”, “Em di azadiyê de bi israr in û di têkoşînê de bi biryar in” û “Li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştî” hatin daliqandin. Hevserokên rêxistinên HDP’ê yên bajarên Herêma Egeyê û gelek kes tev li konferansê bûn. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çinar Altan û Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Ozlem Gunduz di destpêka konferansê de axivîn.   Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku ew ji bo siberojê xeta têkoşînê û rêxistinkirinê nîqaş dikin û li dijî bêsiberojiyê, bêkariyê û asîmîlasyonê banga têkoşînê hat kirin. Her wiha di axaftinan de banga têkoşîna li fijî faşîzmê jî hat kirin.    Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girti berdewam kir.