Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da 2022-05-14 13:24:34 ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Abdullah Ece li Girtîgeha Bucayê ya Îzmîrê jiyana xwe ji dest da.  Li Girtîgeha Burca Kiriklar a li Îzmîrê girtiyê nexweş ê 73 salî Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da. Ece di 5’ê nîsanê de bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketibû. Hat zanîn ku piştî nexweşiya Abdullah Ece giran bû rakirine nexweşxaneyê û îro danê sibehê jiyana xwe ji dest da.   Malbata wî da zanîn ku Ecê ji 18’ê nîsanê û vir ve li beşa çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Çigli ya Dewlet dihat tedawîkirin. Ji be ku cezayê Ece kêmî salekî bû diviyabû ku di hezîrana 2021’an de bê berdan lê li gel rapora rewşa baş a girtîgehê jî ji aliyê Desteya Îdarî û Çavdêriyê ve nehat berdan   Cenazeyê Ecê wê li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê bê veşartin.