Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin 2022-05-14 15:45:21   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bang li rayedaran kir ku girtiyê nexweş Firat Yagmakan berde da ku bê tedawîkirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakî li dar dixe. Înîsiyatîfê di hefteya 401’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da û pankarta “Tedawî maf e, nayê astgengkirin û girtiyên nexweş berdin” vekir. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmakan.    Turgut diyar kir ku îro jî girtiyê nexweş Abdullah Ece li Girtîgeha Bucaa Kirklara Îzmîrê jiyana xwe ji dest da û bi zanebûn mafê jiyanê yê Ece hatiye binpêkirin.    REWŞA WÎ GIRANTIR DIBE    Turgut bal kişand ser rewşa Firat Yagmakan û gelek nexweşînên wî kronîk hene û tevî vê yekê jî nayê berdan. Turgut anî ziman ku tevî ku Yagmakan dermanan dixwe jî rewşa wî giran dibe û ji ber tansiyonê wî zêde dibe û ketiye rewşek felcbûyî. Turgut diyar kir ku divê ku Yagmakan ji hemoroîdê emeliyat bibe lê bijîşk dibêjin, ‘talûke ye’ û emeliyata wî nakin û eziyet li girtiyê nexweş tê kirin. Turgut ji bo Yagmakan were berdan û li derva tedawî bibe bang li rayedaran kir û divê tavilê cezayê Yagmakan û girtiyê nexweş ên din werin taloqkirin û berdan.