Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin 2022-05-14 16:05:44   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin. Di çalakiyê de hat gotin ku bi hinceta “li nexweşxaneyê qawîşa girtiyan tune ye”, Çelîk nehatiye emeliyatkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Komîsyonê, çalakiya xwe ya 529’emîn li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk ku 26 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Cengîz Sînan Halîs Çelîk were berdan” hatibû vekirin û dovîzên ku wêneyên girtiyên nexweş li ser hatibû vekirin. Her wiha çalakvanan dirûşmên weke “Azadî ji girtiyên nexweş re”, “Mirov bi mafên xwe mirov e” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” berz kirin. Endamên ÎHD’ê û xizmên girtiyên nexweş beşdarî çalakiyê bûn.    Daxuyanî ji hêla Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran ve hate xwendin. Onaran, da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û wiha domand: “Ev jî rê li ber mirinan vedike. Ji bo parastina mafê jiyanê, divê girtiyên nexweş, kal û astengdar bên berdan. Lê rayedar guh nadin van bangewaziyan. Makbûle Ozer a 78 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 80 salî li Artemêtan a Wanê hatin girtin. Dema em şert û mercên girtîgehan dinihêrin, dibînin ku ber bi mirinê ve hatine şandin.”    GIRÊDAYÎ KURSIYA BITEKER E   Di berdewamê de Onaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk û ev agahî dan: “Nexweşiyên weke penceşêra mîzdankê, epîlepsî, helîna geh û hestiyan pê re hene. Bi saya alîkariya hevalên xwe dijî û girêdayî kursiya biteker e. Çelîk, di sala 1996’an de bi birîndarî hate girtin û di laşê wî de parçeyên şarapnalê hene. Ji ber ku xetereya felcê hebû, parçeyên di serê wî û mejîpiştê wî de nehatin derxistin. Ev jî rê li ber krîzên epîlepsiyê vedike. Her wiha piştî ku teşhîsa penceşêra mîzdankê hatî kirin, ji bo tedawiyê Çelîk birin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê. Li wê derê rastî êrişa girtiyekî edlî hat û bi giranî birîndar bû. Di encama destwerdana tibbî de talûkeya jiyanî derbas kir lê platîn xistin piyê wî, nikare bimeşe û neçarî kursiya biteker bû.”    GELEK CARAN KRÎZA EPÎLEPSIYÊ DERBAS DIKE   Bi domdarî Onaran diyar kir ku Çelîk gelek caran tê sirgûnkirin lewma tedawiya wî ya penceşêrê bi rêk û pêk nadome û wiha pê de çû: “Ev 2 meh in di karantînayê de ye. Xwîşka Çelîk di 10’ê gulanê de li ser telefonê pê re axivî. Xwîşka wî ev agahî dan; ‘Divê ji ber penceşêra mîzdankê emeliyat bibe lê ji ber ku her carê krîza epîlepsiyê derbas dike, emeliyata wî dereng dikeve. Neçarî kursiya biteker e. Dema ez çûm hevdîtina vekirî, min dît ku her du lingên wî hatine girêdan. Min sedema wê pirsî û got ku ji ber têkçûna gehan wisa kiriye. Ez gelek xemgîn bûm. Dema bi nivîskar Îlhan Çomak re dima, krîzên wî yên epîlepsiyê kêmtir bûbûn. Cengîz ev demekî dirêje helbestan dinivîse. Wê navberê pirtûkeke helbestan jî nivîsand. Di hêla tenduristî û derûniyê de li wê derê hinek baştir bû. Lê piştî pandemiyê di dema asayîbûnê de li Girtîgeha Sîlîvriyê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes hatin sewqkirin. Ji vê bûyerê gelek bibandor bû û dîsa krîzên giran ên epîlepsiyê derbas dike. Piştî ku birin nexweşxaneyê û anîn, xistin karantînayê û hêj di karantînayê de ye.’”    BANG LI RAYEDARAN KIRIN   Onaran, da zanîn ku Çelîk ji bo emeliyeta penceşêra mîzdankê 2 meh berê birina Nexweşxaneya Pewerde û Lêkolînê ya Stenbolê ku li Samatyayê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Xwîşka Çelîk got; ‘Lê li vê derê qawîşa girtiyan hatiye girtin. Bijîşk jê re gotiye ku dê emeliyatê li ser kursiya ku li ser rûdine, bi awayekî lokal bike. Lê birayê min ev yek red kir. Dîsa birina Girtîgeha Sîlîvriyê û xistin karantînayê. Li benda emeliyatê ye. Lê em ditirsin ku dîsa krîza epîlepsiyê derbas bike. Di axaftina dawî de em hîn bûn ku dê sewqî nexweşxaneyeke ku qawîşa girtiyan lê heyî bê kirin. Agahî hat ber destê me ku dê li Nexweşxaneya Şakura ya li Başakşehîrê were emeliyatkirin. Daxwaza me ji rayedaran ew e ku di zûtirin dem de dengê me bibihîzin û ji bo tedawiya birayê min kar û barên pêwîst pêk bînin.’”