Li Dêrsimê kesek hate girtin 2022-05-15 21:35:03   DÊRSIM - Kesekî ku li Dêrsimê tev li cenazeyê Aysel Dogan bûbû û pişt re di êrişa polîsan de hatibû binçavkirin, hate girtin.    Cenazeyê siyasetmedara kurd Aysel Dogan a li bajarê Kolnê yê Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû, duh anîbûn bajarê wê Dêrsimê. Polîsan êrişî welatiyên ku xwestin tev li merasîma cenazeyê Dogan bibin kiribûn. Di êrişa polîsan de Hevberdevka Partiya Pêşeroja Çep a Keskan a Dêrsimê Sûna Çelîk û Alî Hidir Ozgen, Mazlum Coşkûn û rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan Bulent Bûlûç hatibûn binçavkirin.   Her sê kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan lê dadgehê Mazlum Coşkûn bi sûcdariya “li dijî polîsan derketiye” girt û şand girtîgehê.