Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin 2022-05-15 22:09:41   AMED - Serokê Amedsporê yê berê Metîn Kilavûz û Hevseroka DBP’ê ya Amedê ya Berê Hafîze Îpek hatin binçavkirin.    Serokê Amedsporê yê berê parêzer Metîn Kilavûz û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Da Amedê ya Berê Hafîze Îpek ku di nav 91 kesên bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de rojên derbasbûyî hatibûn binçavkirin de bûn dîsa hatin binçavkirin. Kilavûz û Îpek beriya niha di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û berdan. Hate diyarkirin ku Îpek û Kilavûz ên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin wê sibê bibin Enqereyê.