‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’ 2022-05-16 09:11:07 WAN - Hevserokên Bajaran ên HDP’ê, bertek nîşanî êrişên AKP’ê bi hevkariya PDK’ê dane destpêkirin dan û destnîşan kirin ku “xeta xiyanetkar” zirarê dide destkeftiyên gelê kurd.  Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Bertekên li dijî êrişan jî berdewam dikin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bajaran bertek nîşanî PDK’ya ku bi AKP’ê re tevdigere re dan.    BERTEK NÎŞANÎ SİYASETA ŞER DAN   Hevserokê HDP’a Qersê Cengîz Anli bi lêv kir ku AKP’ê û MHP’ê çavkaniyên welat ji şer re veqetandin û wiha got: “Ji ber qeyrana aboriyê mirov nikarin nan bibin malên xwe. Em vê hişmendiyê qebûl nakin.” Anli, hevkariya PDK’ê ya êrişan weke “xiyanetê” bi nav kir û wiha berdewam kir: “PDK hêzeke kurd e, lê ji derketina xwe heta niha her tim ji hêzên derveyî kurdan re hevkariyê dike. Ji ber vê yekê divê PDK dest ji van polîtîkayên xwe yên xiyanetkar berde. Em dixwazin ku Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk polîtîkayekê bimeşîne. Ji bo ku pirsgirêka kurd bêşer û bi rêya diyalogê were çareserkirin em ê heta dawiyê têbikoşin.”   XETA XIYANETÊ   Hevserokê HDP’a Îdirê Suleyman Serhat jî bi lêv kir ku hevkariya PDK’ê ya bi êrişên Tirkiyeyê re nayên qebûl kirin û wiha got: “PDK’ê êdî bi awayekî şênber xwe îspat kiriye ku hêzeke hevkar e. PDK ketiye rewşa parastina Tirkiyeyê. Em weke gel û siyasetmedar vê yekê qebûl nakin. Bila PDK van polîtîkayên xwe yên îxanetê bi dawî bike. Em êdî naxwazin ku PDK ji aliyê Tirkiyeyê ve were bikaranîn. Heke rê û rêbazê nizanin bila werin em ê nîşan bidin. Heke PDK di ya xwe de israr bike wê gelê kurd wê biavêjin sergoyê dîrokê.”   ‘DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD DI HEDEFÊ DE NE’   Hevserokê HDP’a Erdexanê Yaşar Kaya jî bi lêv kir ku Tirkiye hewl dide bi piştgiriya PDK’ê herêmê dagir bike û wiha axivî: “Mixabin li dijî destkeftiyên kurdan, piştgiriyeke bi PDK’ê heye. Polîtîkaya îxanetê ya malbata Barzanî ya li dijî kurdan ne îro, ji salên 1990’an ve heye. Îro çawa di cîhanê de dawiya kesên îxanet li gelê xwe kirine hatiye, wê dawiya PDK’ê ji van cuda nebe. Heke îro desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo gelên Tirkiyeyê tiştekê îfade nekin, wê PDK jî ji bo kurdan tiştekî îfade neke. Me bi hezaran caran PDK hişyar kir lê hêj jî di xeletiyê de israr dikin. Em ê têkoşîna xwe ku PDK’ê rexne dike û wê ji xeletiyê bizivirîne bidomînin.”   ‘LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD ŞEREKÎ TOPYEKÛN DAYE DESTPÊKIRIN’   Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar jî diyar kir ku Tirkiyeyê li dijî destkeftiyên gelê kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin û anî ziman ku divê kurd vê rewşê baş bibînin. Akar, destnîşan kir ku êriş ne ji rêzê ne û wiha axivî: “Operasyoneke ku hemû destketiyên Kurdan hedef digire û destketiyên wan ên pêşerojê tesfiye bike ye. Divê PDK demildest dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde û piştgiriya xwe ya êrişan paş ve bikişîne. Em weke HDP li dijî vê ne û em ê rexnekirina polîtîkaya îxanetê ya PDK’ê bidomînin. Divê kurd bibin yek. Divê mirov ji ber polîtîkayên xelet ên PDK’ê wê mehkum bike.”   ‘DIVÊ PDK DEST JI POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN XIYANETÊ BERDE’   Hevserokê HDP’a Bedlîsê Mûstafa Ozcan jî  bang li PDK’ê kir ku dest ji “polîtîkayên xwe yên xiyanetê berde” û wiha axivî: “Polîtîkayên dewletên ku sed sal in kurdan dikujin û tune dikin PDK’ê dewr girtine. Ji bo ku tê hesaba PDK’ê Tirkiye piştgiriyê dike. Heta niha sûda PDK’ê gihiştiye kurdên li kîjan perçeyî? Ji bilî malbata Barzanî sûda wan ji kesê re nîne. Polîtîkayua îxanetê ya îro êdî nayê qebûlkirin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya dijminane ya li dijî kurdan êdî hemû kurd fêm dikin. Tenê PDK fêm nake? Ji ber ku gotûbehs berjewendiyên malbatê ne. Divê PDK dest ji polîtîkayên xiyanetê berde û guhê xwe bide kurdan. Heke vê neke kes nikare çûna PDK’ê asteng bike.”