Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan 2022-05-16 11:00:20   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Abdullah Ece yê 73 salî bi koronayê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Ece diyar kir ku girtîgehê bi hêceta “em te berdin tu yê biçî Qendîlê” wî bernedane û dê dest ji têkoşîna doza xwe bernedin.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş 604 jê rewşa wan giran e. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî di çileya 2022’yan de herî kêm 17 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Girtiyên nexweş ên li girtîgehan roj bi roj rewşa wan girantir dibe, tevî hemû hewldanan jî nayên berdan, girtiyên nexweş ên li ber mirinê bi demborî tên berdan. Yek ji wan jî Abdullah Ece ye ku di 14'ê gulanê de ji girtîgehê rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Abdullah Ece (73) di sala 2020'an de bi îdiaya “Alîkariya rexistinê kiriye” 2 sal ceza lê tê birîn. Ece piştî ku hat girtin ew birin Girtîgeha Kiriklara Bucaya Îzmîrê. Tevî ku temenê wî mezin bû jî nehat berdan. Malbata Ece ya ku di 10'ê hezîranê de li benda berdana wî bû, di 14'ê gulanê de jiyana xwe ji dest da. Mehek mabû ji girtîgehê derkeve, xemsariyê wî şand mirinê.     Kurê wî Osman Ece derbarê rojên dawî yên girtina bavê de agahî da û diyar kir ku bavê wî ji ber temenê xwe yê mezin gelek caran ji bo ji girtîgehê derkeve serî li girtîgehê daye û ji girtîgehê jê re gotiye “Em te berdin tu yê biçî Qendîlê.” Ece, anî ziman ku hemû serlêdanên wan bêencam mane û bavê xwe cara dawî di 1'ê nîsanê de dîtiye. Ece diyar kir ku di 4'ê nîsanê de di pêwendiya telefonê ya ku bi bavê xwe re kiriye girtîgehê gotiye ku bavê wî bi vîrûsa koronayê ketiye û wiha gotiye: “Bavê we di 28'ê adarê de ji ber nexweşiya sînga xwe çûye nexweşxaneyê û ji wir bi vîrûsa koronayê ketiye."    'EM TE BERDIN TU YÊ BIÇÎ QENDÎLÊ'    Ece, diyar kir ku bavê wî bi zanebûn nehatiye berdan û wiha axivî: "2 sal beriya niha bavê min hat girtin. Me gelek caran jî daxwazname dan û di her daxwaznameyekî de jî got ku keseke exiyare û nikare di girtîgehê de bimîne. Jixwe di wê pêvajoya ku hatiye girtin jî neheqî lê hat kirin. Girtina wî ji binî neheqî ye. Ji bo girtina wî tu tişt di destê wan de nebû. Ji xwe wê di 10'ê hezîranê de bihata berdan. Di 4'ê nîsanê bi koronayê ketiye. Dema ku em li girtîgeh jî geriya ji me re gotin, 'Bi koronayê ketiye lê rewşa wî baş e'. Roja pêncşemê hevdîtina wî hebû û roja yekşemê jî li me geriya û em pê re axivîn. Piştre me tu agahî jê ne girtin. 8'ê adarê jî ji ber nexweşiya singa xwe wî birine nexweşxaneyê. Em ji wê bi guman in. Çimkî di 1'ê mehê de em çibûn hevdîtinê. Di navbera çend rojan de ev nexweşî derket. Di 10'ê mehê de em li girtîgehê geriyan û em hînbûn ku nexweş e. Ji me re gotin rewşa wî ne giran e. Ji xwe bavê min jî gotibû, 'Di destpêkê de ez nebaş bûm, lê niha ez başim'. Em ji bo ku bê berdan ketin nav hewlêdanan û bavê min bi xwe jî ji bo ku bê berdan kete nav hewlêdanan û ji girtîgehê re gotibû, 'Ez dixwazim remezanê û cejnê di nav zarokên xwe de derbas bikim'. Lê dîsa red kirin û ev daxwaza wî nehat qebûlkirin. Ji wî re gotin, 'Em te berdin tu yê biçî Qendîlê'. Heta ku neyên ber mirinê bernadin. Naxwazin ku ji derve nefesekî bistînin. Ev tişt li dijî însaniyetê ye. Ev tişt ne hiqûqî ye. Ev ne yek û ne dido ye. Gelek girtî bi vî rengî derketin. Divê ku em rabin ser pêyan. Çalakiya nobeda edeletê be yan jî tiştek cuda be divê em bikin."   'EZ BI BAVÊ XWE SERBILINDIM'   Keça wî Gulîstan Ece jî bi lêv kir ku ew bi şehîdbûna bavê xwe serbilin de û wiha got: "Tu nexweşiyên wî tune bûn. Ji me re negotin ku rakirine nexweşxaneyê. Ji me re negotin birine kîjan nexweşxaneyê. Bavê min 8 rojan li nexweşxaneyê tê ragirtin lê haya me jî nîne. Piştî ku em hînbûn kîjan nexweşxane ye, em çûn û me dît bavê min kelemçekirî tedawî dikin. Polîs û leşkeran dora wî girtîbûn û nehiştin ku em biçin cem wî. Ev der axa me ye û me xwest em bavê min li vir veşêrin. Ji me û ji girtiyên me ditirsin. Bavê min 73 salî bû û jê tirsiyan û wî bernedan. Em ji aliyê dewleteke wiha de tên birêvebirin. Divê gelê kurd şiyar bibe. Divê dayik hemû li ber deriyên girtîgehan çalakiya rûniştinê li dar bixin. Bila girtiyan tenê nehêlin. Wan tenê dihêlin. Divê ku em wan bi tenê nehêlin."   'EM KURD HATINE DINÊ Û EM Ê KURD BIÇIN’    Hevjîna wî Meryem Ece jî da zanîn ku tevî hemû hewlêdanên wan rêveberiya girtîgehê derbarê rewşa hevjînê wê de tu xeber nadeye wan û wiha axivî: “Ji bo ku bê berdan me 10 caran daxwazname dan. Girtîgehê jê re gotiye, 'Em te berdin tu yê biçî Qendîlê'. Bi hêcetên pûç û bêbinî wî bernedan. Em ji bo meseleyê li girtîgehê geriyan lê agahî nedan me. Em li midûrê girtîgehê geriyan ji me re got, 'Doza wî heye'. Piştre jî baweriya me nehat. Em li parêzer geriyan. Parêzer ji me re got, 'Rakirine nexweşxaneyê û ev 8 roj in li nexweşxaneyê ye’. Piştî em hînbûn me berê xwe da nexweşxaneyê. Polîs û leşkeran nehiştin em wî bibînin. Destê wî kelemçekirî derman dikin. Tu nexweşiyên wî nebûn. Heta ku ez sax bim ez ê li pey doza wî bim. Di bedela wê de girtin jî hebe em ê dev ji vê dozê bernedin. Divê ku êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin ku ev cenaze dawî be. Em kurd hatine vê dinê û em ê kurd ji vê dinê koç bikin.”    MA / Zeynep Durgut - Omer Akin