Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim! 2022-05-16 12:59:26   WAN - Makbule Ozer a 80 salî ku li Wanê hat girtin bal kişand ser nexweşiyên xwe û banga berdana xwe kir: “Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim.”    Makbule Ozer a 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 79 salî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” hefteyek e li Wanê hatine girtin û di hefsê de ne. Makbule Ozer a ku ji hefsê peyam şand diyar kir ku ew dixwaze tavilê daxwaza wê ya hefsa malê were cih û got: “Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim.”    ‘EZ DIXWAZIM TAVILÊ WERIM BERDAN’    Peyama ku Ozer şandiye wiha ye:    “Ez nikarim bimeşim û ez niha perîşan bûme. Garantiya ku ez ê li vir nemirin tune ye. Ez dixwazim demildest biçim mala xwe. Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim. Ez di nava çar dîwaran de me. Nexweşiyên min ên wek şeker, bêhntengî û tansiyon hene. Hevalên li ba min li gorî derfetên xwe li min dinihêrin. Îdareya girtîgehê her tim min dibe revîrê. Lê ev rewş wiha nadome. Çimkî wextê ez li malê bûm jî zarokên min bi zehmetî li min dinihêrîn. Lewma ez dixwazim tavilê min berdin.”   Ji bo cezayê Makbûle û hevjînê wê Hadî Ozer were taloqkirin parêzeran serî li dadgehê dabû. Lê her du serlêdan jî ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve hatibû redkirin.