Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin 2022-05-16 13:34:17   AMED – Daxwaza ji bo girtina polîsê bi navê Kazim B. ku di cînayeta Recep Hantaş de bi sedema “Qesta muhtemel” dihat darizandin, dîsa hate redkirin.    Ciwanê bi navê Recep Hantaş (20), di 14’ê nîsana sala 2019’an de dema li Sumerpark a Taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê çop kom dikir, di encama gulebaranê de hate kuştin. Têkildarî mijarê derheqê polîsê bi navê Kazim B. de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Polîs Kazim B. bi sedema “Bi qesta muhtemel kuştina mirovekî” dihat darizandin û heta 25 salan jî cezayê girtîgehê bo dihat xwestin. Di danişînê de polîs Kazim B. û parêzerê xwe, xizmên Hantaş û parêzerên malbatê Mehmet Oner û Şîlan Çelîk amade bûn.    Di danişînê de dozgeriyê mutalaaya xwe dubare kir ku di mutalaayê de bi sedema “bi qesta muhtemel kuştina mirovekî” daxwaza cezayê hefsê kir. Her wiha xwest ku kêmaniyên di dosyayê de jî bên temamkirin.    Parêzerê malbata Hantaş, Mehmet Oner jî xwest ku polîsên bi navên Ramazan E. û Mûstafa U. ku şahidiya bûyerê kiribûn bên guhdarîkirin. Her wiha Oner daxwaza dozger jî bi bîr xist û xwest ku bersûc bê girtin.    Lê belê dadgehê daxwaza girtina bersûc Kazim B. red kir û biryar da ku ji bo guhdarîkirina polîsên şahid, ji cihê ku lê dixebitin re muzekkere bê nivîsandin.    Dadgehê, danişîna dozê taloqî 21’ê hezîranê kir.