Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin 2022-05-16 13:34:43 STENBOL - Danişîna doza tezmînatê ku ji ber nûçeya derbarê SÎHA’yan ên ku Selçûk Bayraktar hildberîne li rojnamevan Sedat Yilmaz û Rojnameya Yenî Yaşamê hatibû vekirin, hat lidarxistin.    Zavayê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, Selçuk Bayraktar Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) hildiberîne. Edîtorê ajansa me Sedat Yilmaz û Rojnameya Yenî Yaşamê derbarê SÎHA’yan nûçe çêkiribûn. Bi îdiaya “mudaxileyî mafên şexsî hatiye kirin” derbarê Yilmaz û Yenî Yaşamê de doza tezmînatê ya 150 hezar lîreyê hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Hiqûqa Asliyeyê ya Bakirkoya Stenbolê ya 14’emîn hat lidarxistin.    Yilmaz û parêzerê xwe tev li danişînê nebûn. Parêzerê Bayraktar li danişînê amade bû. Parêzerê Bayraktar beyana xwe eşkere kir û diyar kir ku ew naxwazin bi aliyê dozdar re bisilhin û serî li navbeynkar bidin.   Dadger biryar da ku rweşa aboriya civakî ya rojnamevan Sedat Yilmaz were lêkolînkirin û danişînê taloqî 27’ê hezîranê kir.