Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran 2022-05-16 18:56:25   COLEMÊRG - Hat diyarkirin ku bi helîkopteran eskerên birîndar û cenazeyê eskerên mirî anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.    Operasyona Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK'ê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17'ê Nîsanê ve didome. Her wiha di vê operasyonê de her diçe hejmara eskerên mirî û birîndar jî zêde dibin. Hat ragihandin ku îro bi helîkopteran cenazeyên eskeran û eskerên birîndar anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.   Hat ragihandin ku berî helîkopter bê, derdora nexweşxaneyê û deriyê morgê bi polîsan hatine dorpêçkirin.   Nehat zanîn bê ka cenazeyên çend eskerên mirî û çend eskerên birîndar anîne nexweşxaneyê.