Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe 2022-05-17 09:07:43   COLEMÊRG - Welatiyên ku piştî kontrola GBT'ê diçin gundên xwe nerazîbûna xwe ya li hemberî vê pêkanînê anîn ziman û gotin, dewletê warê wan veguherandiye qada eskerî.   Êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe herî zêde bandorê li kesên li nêzî sînor dimînin dike. Malbatên ku di her êrişê de koçberî li wan tên ferzkirin, di dema koçberiyê de bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Ji bo çûna gund û mezrayên li sînor şertê "navnîşanê", ji bo çûna nexweşxaneyê destûrxwestin, di bin navê "kotayê" de sînorkirina amûran û kontrolkirina agahiyên giştî (GBT) ji van pêkanînan tenê çend heb jê ne. Colemêrgî nesîbê xwe ji van pêkanînan digirin.  NE KÊMÎ SALÊN 90'Î YE   Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di sala 2017'an de gotibû "dê qedexeya li ser zozanan bê rakirin." 7 sal di ser vê dauxyaniyê re derbas bûne, lê hê jî gelek mêrg û zozan qedexe ne. Hê jî ketin û derketina 12 herêmên girêdayî navenda Colemêrgê û navçeyên wê Çelê, Gever, Şemzînan û Rûbarokê di bin navê "Herêma Ewlehiya Taybet" de qedexe ne. Gundê Êlê yê Geverê ku yek ji gundên herî zêde nesîb ji qedexe û zilmê girtiye jî di nava herêmên qedexe de ye. Li noqteya eskerî ya li têketina gund kesên li ser gund ne qeydkirî paş de tên şandin. Di salên 90'an de li gund 15 mal hebûn, lê ji ber tahde û zilmê niha tenê 3 mal li gund mane. Şêniyên gund ên ji bêgavî ji gundê xwe derketine jî tenê havînan tên gund. Dema tên gund jî ewilî saet di 8'ê sibehê de nasnameya wan tê kontrolkirin û piştî kontrolkirinê diçin gund. Her wiha ev kes di saeta ku eskeran diyar kiriye de jî ji gund dertên.    Derdora gund bi temamî bi qereqol û baregehên leşkerî hatiye dorpêçkirin. Ji xeynî vê piştî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê ku di 17 Nisanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Kurê Jaro yên Herêma Kurdistana Federe dest pê kirin jî zext û tahdeya li ser gund zêdetir bûye.    Şeniya gund Emîne Atak diyar kir ku ji ber zextên di 1994’an de gundê wan vala bûye got: “Piştî çend salan tenê 3 malbat vegeriyan gund. Gava em li gund bûn her roj leşker dihatin gund, derdora me dorpêç dikirin. Ji ber wan zextan gundiyên me nikaribûn ji malên xwe derkevin. Wisa kiribûn ku me nedikarî karekî jî bike. Ji ber ku tim operasyon li ser gundê me hebû wan salan.”   Atak, bal kişand ser kesên ku di dema valakirina gund de jiyana xwe ji dest dane û got, wê demê JÎTEM’ê 3 gundî revandin û ji wê çaxê heya niha tu xeber ji wan nehatiye girtin. Atak, destnîşan kir ku şêniyên gund ji ber zextên leşkeran ji bêgavî ji gund derketine û got: “Ciwan, kal û pîrên gund birin qereqola li gund. Hemû jî hatin îşkencekirin. Ciwan li pişt panzeran girêdan û heta Geverê kaş kirin. Em ji ber wê tahde û zilmê ji gund derketin.”   GUND KIRINE BAREGAH ESKERÎ   Atak diyar kir ku ji bilî valakirina gundan desthilata AKP’ê bi navê “Herêma Ewlehiya Taybet" çûyîna gundan jî qedexe kiriye û wiha domand: “Kesên ku îkametgehan wan ne li ser gund nikarin bên gundê xwe. Her wiha dora gundê me tev kirine cihên leşkerî û bi vî awayî dorpêç kirine. Em xwediyê gund in lê mixabin heta tên gundê xwe gelek zehmetiyan dikişînin. Ax, axa me ye, lê em ne dikarin vegerin gundê xwe ne jî li gundê xwe sewalan xweyî bikin. Me li xaniyên xwe li vir hêlan û em li bajaran bi cih bûn. Em dixwazin wek rojên berê biçin zozanên xwe û sewalên xwe xwedî bikin û leşker jî ji gundê me derkevin.”    Suleyha Saygi jî anî ziman ku piştî qedexekirina çûyîna gund ji malên xwe birine bajaran û got, gere demlidest qedexeyên li ser gundê bên rakirin. Saygi, bi lêv kir ku dixwazin bi dilrehetî biçin li zozanên xwe bigerin û got: “Daxwaza me ev e ku em vegerin gundê xwe yê zarokatiya me lê derbas bûye. Em di bin zilmê de ne û ji ber vê zilmê nikarin biçin gundê xwe. Ev zilma ku dewletê aniye serê me, em tu carî qebûl nakin. Çi qasî êrîşê me bikin jî em ê xwedî li nirxên xwe derkevin. Tenê kurdek jî bimîne em bejna xwe li hember zilmê natewînin heta dawiyê. Em ê xwedî li maf, ziman û nasnameya xwe derkevin û li dû wê heqîqetê bimeşin"   Saygi, bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re jî û got: "PDK û malbata Barzanî jî di nav xiyanetekê de ne. Demildest divê dev ji vê şaşiyê berdin."    JI BO BIÇIN GUND 'ŞERTÊ DESTÛRSTENDINÊ'   Baran Saygî ji ani ziman ku ji bo biçin gundê xwe mecbûr dimînin ku destûre bistînin û got: “Em bi salan e nikarin biçin gundê xwe û zozanan. Her wiha gelek kesan ji ber qedexeyan sewalên xwe firotin û ji gund derketin. Dema em ji bo pincar behvekirinê tên gundê xwe jî em destûrê distînin."