Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin 2022-05-17 09:33:26   ŞIRNEX - Welatiyan nêrazîbûn nîşanî derketina cenazeyan a li girtîgehan dan û gotin:" Li dijî vê zilmê divê ku kes xwe bêdeng neke."    Li girtîgehên Tirkiyeyê, binpêkirina mafên girtiyan berdewam dikin. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî însanî bêpar tên hiştin, rêveberiyên girtîgehan pirtûkan nadin wan û lêgerîna tazî li wan ferz dikin. Her wiha girtiyên nexweş ku li girtîgehan rewşê wan giran bûne jî nayên tedawîkirin û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Tevî hemû hewldanên li dijî van pêkanînan jî zilm û îşkenceya li girtîgehan berdewam dike. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Ji meha çileyê ve herî kêm 17 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.    Herî dawî girtiyê nexweş Abdûllah Ece (73) li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê jiyana xwe ji dest da û li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê hat veşartin.    Li Şirnexê, welatiyan bertek nîşanî îşkenceya ku li girtiyan tê kirin û cenazeyê wan ji girtîgehan derdikeve dan û bang kirin ku kes li dijî zilma li ser girtiyan bêdeng nemîne. 'HETA DAWIYÊ EM LI PEY WAN IN'    Fatma Erden (55), diyar kir ku bi salan e li girtîgehan zilm heye û wiha axivî: "Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Ev zilm ne tenê li ser girtiyan li ser me hemûyane. Dema ku cenazeyên me derdikevin jî em nikarin veşêrin. Veşartina cenazeyê Aysel Dogan jî asteng kirin. Êdî hatine rewşeke wisa ku nahêlin gel tev li cenazeyan bibe. Divê ku li dijî van polîtîkayan divê em li cenazeyên xwedî derkevin. Zilm û zora wan li ser me heye. Bijî berxwedana zindanan, her bijî kurd û Kurdistan. Heta ku em saxbin em ê dev ji doza xwe bernedin û heta dawiyê li pey doza xwe û girtiyên xwe bin."   BANGA LI DEWLETÊ   Cevahîr Îmre (70) jî bertek nîşanî pêkanînên li girtîgehan dan û ev tişt got: "Em di bin zilm, zordarî û îşkenceyê de ne. Cezayê wan xelas dibe jî bernadin. Dema ku cezayê wan xelas dibe ew dikujin. Piştî ku dikujin jî dibêjin werin cenazeyê xwe bibin. Dewlet ji însanê zana ditirse. Gelê me di bin zilmê de ye. Banga me li dewletê; dema ku cezayê van kesan xelas dibe, divê ku berdin."   'ME ÇI KIRIYE VÊ ZILMÊ LI ME DIKIN?'   Nafya Çaylak (70), bi lêv kir ku hemû pêkanînên nemirovane li ser girtiyan pêk tên û wiha got: "Ew şehîdên Kurdistanê ne. Em tu caran wan ji bîr nakin. Zindan îro bi egîd û xweşmêran têje bûye. Ma me çi kiriye ku me digirin. Salek û 9 mehên Abdûlla mabûn û me digot wê bê berdan. Em li benda berdana wî bûn. Bi zanebûn bernedidan. Me çi kiriye ku vê zilmê li me dikin? Însanetî nemaye. Ez bi xwe ketime girtîgehê. Ez dizanim ku di çi şert û mercan de tên girtin. Destê me kelemçekirî dibin nexweşxaneyan, bi kelemçekirî me tedawî dikin. Ma mafê însanetiyê ewqas e? Bang dikim; bila gelê Kurdistanê li xwe xwedî derkeve û êdî bes e."   BANGA SERÎRAKIRINA LI DIJÎ ZILMÊ    Gulİstan Demîr (65) jî ev bang kir: "Divê li dijî vê zilmê gel serê xwe rake. Heta ku aşitî çênebe wê ji girtîgehan cenaze derkevin. Heger însanetî hebûya wê girtiyên nexweş berdana."   'XWE BÊDENG NEKIN'   Îzzettîn Çaylak (55), banga hêstiyariyê kir û got ku divê herkes erka xwe ya ji bo girtîgehan pêk bîne û ev tişt got: "Girtiyan terkî mirinê dikin. Tedawiya wan nakin û nabin nexweşxaneyê. Banga me li gel ew e ku li dijî vê zilmê li ber xwe bidin. Divê ku civak hemû rabe ser piyan û pêwîst bike biçin Enqerê. Divê tu kes li dijî cenazeyên ji girtîgehan derdikevin xwe bêdeng neke."