Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir 2022-05-17 10:45:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirkiyeyê li navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê bi SÎHA’yan êrişî malekê kir.   Tirkiyeyê li navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yan êrişî malekê kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di encama êrişa hewayî de li malê xesarên madî çêbûn.