Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin 2022-05-17 13:15:49   AMED - Danişîna doza Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a ji wezîfeyê hat girtin, taloq bû.    Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 8’emîn hat lidarxistin. Toprak û parêzerê xwe Burhan Arta di danişînê de amade bûn. Dosyeya dozek ji sala 2018’an bi vê dozê re kirin yek.    Dozger diyar kir ku derbarê Toprak de îdianameyên cuda hatine amadekirin û xwest dosye bibin yek û kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin.    Parêzer jî diyar kir ku piştî kêmasî bên temamkirin dê parastina xwe bike. Heyeta dadgehê jî ji bo kêmasî bên temamkirin danişînê taloqî 4’ê cotmehê kir.