Li Şirnexê 3 kes hatin girtin 2022-05-17 13:38:47   ŞIRNEX - Li navçe û navenda Şirnexê, piraniya wan zarok ji 29 kesên ku hatibûn binçavkirin 24 jê hatin berdan û 3 kes jî hatin girtin.    Di nav hefteyekê de li navçeyên wê Cizîr û Hezex û navenda Şirnexê, polisan bi ser malan de girtin û hevserokên HDP'ê jî di nav de piraniya wan zarok 29 kes hatin binçavkirin. Heta niha ji kesên ku derketine edliyeyê 24 jê bi şerta edlî kontrolê hatine berdan û 3 kes jî hatine girtin, Dema binçavkirinê ya 2 kesan jî dirêj bû.    Kesên hatin girtin ji taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê bûn û navê wan wiha ye; Mahsûm Bîrlîk, Ebûbekîr Çikmaz û Abdûllah Bayar.    Li Hezexê jî dema binçavkirinê ya Muzeyyen Înan û Osman Înan ji bo 4 rojan hat dirêjkirin.