Li Geverê du bira hatin binçavkirin 2022-05-17 14:19:56   COLEMÊRG - Li Geverê serê sibê polîsan bi ser malan de girt û 2 kes kirin binçavan.    Li taxa Yenî ya navçeya Gevera Colemêrgê di seatên serê sibehê de polîsan avêt ser malan. Hat zanîn ku di encama serdegirtinên malan de welatiyê bi navê Hasan û Ramazan Çitak ên birayên hev hatin binçavkirin. Her wiha hat ragihandin ku her du welatî jî ji ber serdana goristana zarokên xwe yên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane hatine binçavkirin.    Hat zanîn ku her du birayana birine Fermadariya Cendirmeyan a Geverê û tê payîn sibê wan sewqî edliyeyê bikin.