Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir 2022-05-17 15:38:52 AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê ku ji bo aşkerekirina aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin û faîlên wan bên darizandin bang li dewletê kir ku hemû arşîvên xwe veke û wiha got: “Em careke din daxwaz dikin ku Komîsyona Lêkolînan a Heqîqetê û Hevrûbûna Bi Paşerojê Re were avakirin.” Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi boneya 17 û 31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakirinên Di Binçavan De yên Navnetewî  li pêş avahiya edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Xizmên windakiriyan û endamên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn. Metnê daxuyaniyê yê bi tirkî Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz û ya kurdî jî endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’a Amedê Yakup Guven xwend.    Guven, diyar kir ku wendakirinên bi zorê sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Tu hinceteke şer, bêîstikrariya sîyasî yan jî rewşên derasayî wendakirinan mafdar dernaxe. Di vê mijarê de Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî Wendakirinên Binçaviyê parastina her kesî bi bîr dixe. Di erdnigariya me de wendakirinên binçaviyê bi gelemperî li ser kurdan  ji hêla dewlet û paramîleterên girêdayî wê di qadên pevçûnan de ji bo daxwazên siyasî, civakî û hiqûqî bi tundî bitepisînin bi awayekî sîstematîk pêk hatine. Li gorî daneyên ÎHD û Navendên Hafizayê di navbera salên 1980 û 2001’ê de zêdetirîn di salên 90’î de hezar û 388 kes ji hêla bazbendên dewletê û hêzên paramîlîterên wê ve bi zorê hatine wendakirin.”   'NIHA HEVRÛBÛNEK PÊK NEHATIYE'   Guven, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li dijî binpêkirinên mafan ên giran ên weke windakirinên di binçavan de heta niha hevrûbûnek pêk nehatiye û wiha berdewam kir: “Hestên mexduran ew e ku di Tirkiyeyê de li dijî wendakirinên di bin çavan de ku yek ji îxlalên mafên jiyanê ye, kiryar bê ceza tên hiştin, bi paşerojê re nayê hevrûkirin, paşeroj nayê fahmkirin û telafîkirin û darizandin girîng nayê dîtin. Li Tirkiyeyê car bi caran pêşveçûnên bi hêvî pêk werin jî mixabin ne em dikarin behsa hevrûkirinê bikin ne jî behsa îradeyeke sîyasî ya vê hevrûkirinê pêk bîne bikin. Di ser re dayikên ku aqûbeta zarokên xwe dipirsin û xizmên wendayan bi zordariyên sîstematîk re rû bi rû dimînin. Di avakirina edaleta civakî de rola edaletê her çiqas balê bikşîne jî ji bo mexdûran ji hêla meqamên darazgeriya dewletê ve îxlalên mafên mirovan li ku, çawa û ji hêla kê ve û bi emrê kê û di bin kîjan şertan de pêkhatine werin tespîtkirin pir girîng e.”    'DARIZANDINEKE BI EDALET PÊDIVIYA DEMOKRASIYÊ'   Guven, da zanîn ku li Tirkiyeyê gava kiryar peywirdarê fermî be lêpirsînên bêbandor, beraet, demborîbûn û polîtikayên bêcazabûnê dikevin dewrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sûcên pêk hatiye îxlala mafên jiyanê be jî kiryar nayên darizandin. Ji ber polîtîkaya bêcazabûnê di Tirkiyeyê de bi taybetî jî di erdnigariya kurdan de sûcên ji hêla bazbendan ve tê kirin her diçe zêdetir dibin. Sûcên ku bê ceza tên hiştin, sûcdar bi rehetî peywira xwe didomînin, heta payeya wan bilindtir dibe, ev yek nîşaneya ne darizandinê ye. Divê neyê jibîrkirin darizandineke bi edalet pêdivîya demokrasiyê ye.”    'MEKANÊN HAFIZAYÊ DIVÊ WERIN PARASTIN'   Guven, bi lêv kir ku dewlet ji bo herêmên goristanên bi giştî ji bîra mirov bibe hinek projeyan dixe dewrê û wiha pê de çû: “Em dizanin ku cenazeyên bi hezaran gelê me di van goristanên giştî de ne. Beşeke goristanên giştî bi hewldanên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bi dîtinên gorîstanên giştî derketine holê. Herî dawî li herêma Newala Qesaba ya Sêrtê, cihê goristanên giştî ji avahiyan re hat vekirin li ser navê mirovahiyê elbet ev nayê qebûlkirin. Ev mekanên hafizayê ji bo dewlet bikaribe bi sûcên xwe re hevrû bibe divê were parastin.”   DÊ TÊKOŞÎNA WAN BIDOME   Guven, destnîşan kir ku wekî parazvanên mafên mirovan  heqîqeta wendayên li Tirkiyeyê bi dengekî bilind bigihîjînin civakê, ji bo paşerojê re were hevrûkirin û edalet pêk were wê têkoşîna xwe ya  “Wenda Werin Dîtin Kiryar Werin Darizandin” bi israr bidomînin û daxwazên xwe wiha rêz kirin:    “ *Ji bo aqûbeta kesên bi zorê hatine wendakirin derkevin holê û wenda werin dîtin. Ji bo kiryarên kuştinên kiryarên wan nediyar derkevin holê em daxwaz dikin dewlet hemû arşîvên xwe veke.   * Em endamên darezgeriyê vedixwînin ku dev ji polîtikayên bêcezakirinê berdin, li gorî belgeyên navnetewî li ser bûyerên wendeyan ku sûcê mirovahiyê ye darizandina bi bandor bimeşînin û li gorî peymanên navnetewî  demborîbûna van sûcan piştguh bikin.    * Em hikumetê vedixwînin “Peymana Navnetewî ya Derbarê Parastina Wendakirinên di Binçavan de yên Neteweyên Yekbûyî” destnîşan bikin û peywîrên peymanê bi cih bînin.    *Ji bo di vê erdnigariyê de êşên bi vî awayî careke din neyê jiyîn, ji bo heqîqet derkevîn holê û ji bo avakirina aşitiya civakî em careke din daxwaza “Komisyona Lêkolîna Heqîqetan û Hevrûbûna bi Paşerojê re’’dikin.   * Bi jibîrkirdayîna hemû bêhiqûqiyên paşerojê re avakirina civak û dewleteke demokratîk ne mimkun e. Îradeya demokrasiyeke rastî, îradeya hevrûbûna paşerojê û darizandina berpirsiyaran e.    *Em bi her kesî ku wenda dibe re nirxên xwe yên mirovahiyê jî wenda dikin. Mafên me yên jiyanê girêdayîyê aqûbeta wendayan û diyarkirina berpirsiyaran e.”