Îpek û Kilavûz hatin berdan 2022-05-17 16:49:23   AMED - Serokê berê yê Amedsporê Metîn Kilavûz û Hevseroka DBP’a Amedê ya berê Hafîze Îpek hatin berdan.    Serokê berê yê Amedsporê Metîn Kilavûz û Hevseroka DBP’a Amedê ya berê Hafîze Îpek roja yekşemê li Amedê bi serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Kilavûz û Îpek piştî kirariyên îfadeyan hatin berdan.    Kilavûz û Îpek beriya niha di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û berdan.