Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin 2022-05-17 22:10:40   BEDLÎS - Di Şahiya Biharê ya Zanîngeha Bîtlîs Erenê de konsera koma muzîkê Stêrka Karwanê hat betalkirin.    Piştî betalkirina konserên hunermendên kurd ên li Kocaelî û Mûşê, vê carê jî li Bedlîsê konsera koma muzîkê ya Stêrka Karwan hat betalkirin. Koma Stêrka Karwan dê di Şahiya Biharê ya Zanîngeha Bîtlîs Erenê de konserek li dar bixista, lê hat ragihadin ku konser belesebeb hatiye betalkirin.    Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şaxên Bedlîsê bi daxuyaniyeke nivîskî betalkirina konserê şermezar kir.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku konsera Stêrka Karwan belesebeb hatiye betalkirin û wiha hatiye gotin: "Em vê feraseta Zanîngeha Bedlîsê ya ku nehiştiye ev kom û ciwan bigihên hev du şermezar dikin."    Di berdewama daxuyaniyê de piştevaniya ji bo koma muzîkê Stêrka Karwan hatiye ragihandin û wiha hatiye gotin: "Li dijî feraseta nijadperest û tekparêz bijî kurdî! Bijî muzîka kurdî."