Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike 2022-05-18 09:06:55 EDENE - Semra Kûytûl, hevjîna damezrînerê Weqfa Fûrkanê Alparslan Kûytûl ê hat girtin, got: "Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike. Ên qebûl nakin jî gef li wan tên xwarin."    Di 8'ê îlona 2021'ê de karsaz Koray Sarisaçli ji aliyê 4 kesan ve hatibû revandin û piştî 13 rojan hatibû berdan. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê revandina Sarisaçli de 8 endamên Wefqa Fûrkanê di îlonê 2021'ê de hatibûn girtin. Sarisaçli, di îfadeya xwe de derpêş kiribû ku Alparslan Kûytûl fermana revandinê daye. Piştî îfadeya Sarisaçli di 9'ê Gulanê de Kûytûl hatibû binçavkirin û di heman rojê de ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Edeneyê ve bi îdiayên "Binpêkirina azadiya mirov", "Xesp", "Birîndarkirin" û "Îşkence"yê hatibû girtin.    Semra Kûytûl, hevjîna Alaparslan Kûytûl, got, di demên dawî de îstixbarat sîxurtiyê li gelek endamên wan ferz dike û yên qebûl nakin jî gef li wan tên xwarin. Kûytûl diyar kir ku dê têkildarî mijarê serî li rêyên hiqûqî bidin.  'DESTHILAT MUXALEFETÊ NAXWAZE'   Kûytûl ku got "Di nav pergalên îslamî de yên li hemberî desthilatê muxalefetê dikin tenê ew in" destnîşan kir ku desthilata AKP'ê li hemberî xwe tu muxalefetan naxwaze. Kûytûl got: "Nizam ev rêxistina terorê ye, nizam ew rêxistina terorê ye... bi vî awayî gelek etîket çêkirin. Dewletê li orta kuçeyê îşkence kir û polîtîkaya tepisandin û çavtirsandinê pêk anî. Meseleya sereke ew e ku em ketine bin nîrê wê yan na. Em ê her li dû rastiyên xwe bin û em ê rê nedin berhêlîkirina di ser hin kesan re. Desthilat, xwe wekî ku pergaleke îslamî pêk tîne da nîşandan û bi salan bi vî awayî li ser desthilatê ma. Lewma li nav kuçeyê çalakiya cemaeteke misilman li zora wê diçe."    'POLÎSÊN ÎŞKENCE KIRIN LI SER KAR IN'   Kûytûl ragihand ku têkildarî tahdeya polîsan a dawî ya li hemberî endamên weqfê de giliyê polîsan kiriye, lê belê tu encam jê derneketiye û got, polîsên îşkence li endamên wan kirine hê jî li ser kar in. Kûytûl wiha axivî: "Em ê ji bo hemû xebat û mafên me yên tên astengkirin serî li darazê bidin."    Kûytûl diyar kir ku Koray Sarisaçli bi taybetî hatiye şandin ji bo zirarê bide weqfê û wiha got: "Koray Sarisaçli li bara dewletê kesekî di nava deynan de maye û lewma ew kes e ku bi rihetî tê bikaranîn. Kesekî ku 40 milyon deynê dewletê lê be, hûn bêjin çi wê bike."    'SÎXURTÎ LI ENDAMÊN ME TÊN FERZKIRIN'   Kûytûl bilêv kir ku îstixbarat sîxurtiyê li endamên wan ferz dike û got: "Ên qebûl nakin jî gef li wan tên xwarin. Telefonî malbatên hevalên me yên endam dikin û ji wan re dibêjin bûne endamê weqfê. Bêtir li ser hevalên jin disekinin. Gefan li wan dixwin an jî sixurtiyê teklîfî wan dikin. Telefonî hevjînên wan, bavên wan, xezûrên wan dikin û dibêjin 'keça we bûye endama Wefqa Fûrkanê.' Ji bo endamên mêr jî dibêjin 'Em ê we ji kar bavêjin' an jî 'em ê we têxin kar.' Dewletê dev ji kar û barê xwe berdaye, tenê li ser qewfê hûr bûye û dibêje, gelo ez ê vê cemaetê çawa belawela bikim. Wezaret hemû bi şev û biroj li ser vê hûr dibin. Em ê ji niha û pê ve di çarçoveyeke hiqûqî de bitêkoşin."    MA / Mûkadder Akyol - Hamdûllah Yagiz Kesen