Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye 2022-05-18 10:04:36   COLEMÊRG - Pêşmergeyê berê Suleyman Demîr, bertek nîşanê hevkariya PDK'ê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê da û ev tişt got: "Kesên ku ev şer dane destpê kirin wê winda bikin. Di şer de yên serkeftî wê gelê kurd be. Me bingehek danî bila Barzanî nebe sedemê xirabûyîna vê bingehê."   Êrişa ku Artêşa Tirk di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna da destpêkirin, mehek li pey xwe hişt. Rexmî ku di ser êrişê de mehek derbas bû jî Artêşa Tirk encama ku dixwest bi dest nexistiye û bi awayekî dijwar êrişên xwe didomîne. Li seranserê Kurdistanê û dîasporayê li dijî vê êrişê bertek tên nîşandan û hevkariya PDK'ê ya di êrişê de tê şermezarkirin.    Têkildarî mijarê yek ji şeniyê ku 26 sala pêşmergetî kiriye gotinên xwe anî ziman.   BARZANÎ NE SEROKÊ ME YE!   Pêşmergê berê Suleyman Demîr, diyar kir ku dema Herêma Kurdistanê bûye xwedî statû kurdên her çar parçeyên Kurdistanê keyfxweş bûne û wiha got: "Mixabin em dibînin ku hikûmeta Başûr ji bo me ev derfet jî nehêlaye. Em niha jî Barzanî ji bo xwe wek serokê dibînin lê ne bi vî awayî. Ji ber hevkariya di êrişan de Barzanî vê rola xwe winda kir. Barzanî diçe dijminên kurda tîne ser axa me û dide dagirkirin. Heke Barzanî hem birakujiyê bike hem axa me jî bide dagirkirin nabe serokê me. Em ji ber vê hevkariyê Barzanî ji xwe re weke serok nabînin."   'WÊ KURDAN 50 SAL BI PAŞ VE BIBE'   Demîr, bang li malbata Barzanî kir ku dev ji xeletî û siyaseta xwe ya qirêj berde û ev tişt anî ziman: "Heke malbata Barzanî di êrişên dagirkirinê de wiha hevkar be wê berjewendiyên kurdan ên 50 salan bi paş ve bibe. Barzanî fikir dike ku kesên niha li qadê li ber xwe didin ji vir derkevin wê bikeve rehetiyê. Lê bila vê di xeyalê de nebe. Heke ew ji vir derkevin wê dor bê malbata Barzanî. Heke ên li ber xwe didin taştê bin wê PDK bibe firavîn û YNK jî bibe xwarina şîvê. Dijmin yek bi yek wê wan ji holê rake. Êdî bes e bibin yek û şerê birakujiyê nekin."   'PÊWÎSTE GELÊ KURD LI DIJÎ ÎXANETÊ BISEKINE'   Di berdewama axaftina xwe de Demîr, destnîşan kir ku divê hemû partiyên kurdan li dijî hemû dijminan destê hev bigirin û bi hevre têkoşîna xwe bidomînin û wiha pêde çû: "Kîjan partî dibe bila bibe kesê ku xiyanetê bike, pêwîste ku hemû gelê kurd li dij bisekine. Divê teqez piştgiriya îxanetkeran nekin. Bila li dijî kesên îxanetker, piştgiriya xwe dawî bikin û têkiliyên xwe qut bikin. Heke kesên ku xiyanetê dikin neyên ser rêya rast, bila gelê kurd berê xwe bide rêya rast û kesên ji bo gel kurd ditêkoşin."    ‘DI WÎ ŞERÊ DE SERKEFTIN YA GELÊ KURD BE’   Demîr,  di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Kesên ku ev şer dane destpê kirin wê winda bikin. Ji ber ku ev kesên niha li ber xwe didin ji bo mafê xwe şer dikin. Dest dirêjiya namûs û mafê kesî nakin. Di vî şerî de yên serkeftî wê gelê kurd be. Yê winda bikin jî malbata Barzanî û dijminênên ku axa me dagir dikin bin. Divê Barzanî demildest di xeta îxanetê de derkeve. Ji ber ku tu kurdên bedel nedane nemane. Me bingehek daniye bila Barzanî nebe sedemê hilweşandina vê bingehê."