Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin 2022-05-18 12:32:42     MÛŞ - Walitiya Mûşê bi biryarekê li gelemperiyê bajêr 13 zozan û mêrg, weke “herêma ewlehiya taybet” îlan kir û ketin û derketina wan qedexe kir.    Walitiya Mûşê bi biryarekê li gelemperiyê bajêr 13 zozan û mêrg weke “herêma ewlehiya taybet” îlan kir û ketin û derketina wan qedexe kir. Hate diyarkirin ku di giştînameya ji aliyê Walitiyê ve hatiye weşandin ve li ser daxwaza Fermandariya Cendermeyan a Bajêr, biryara qedexeyê hatiye wergirtin.    Herêmên hatine qedexekirin ev in:    * Gundê Qerehemze yê girêdayî navendê û mezrayên girêdayî wî, gundê Zengûk û mezrayên wê, Şerefxan, Dalakuling, Dêlk, Dêlk, Sevik, Xeznaki, Davderal, Turbefatin, Gala Heliz, Newalê Milk, Laçikan.   *Herêmên Bazikan, Kolan ên girêdayî navçeya Gimgimê û herêmên sînor ên navçeya Xinûsê.    * Bajaroka Neynik a girêdayî navçeya Kopê û 18 hezar donim erd ê di navbera sînorê gundê Mollakend.