Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin! 2022-05-18 12:33:11   RIHA - Sê sal berê li Xelfetiyê di dema binçavkirinê de îşkence li 55 kesan hatibû kirin. Dîmenên îşkenceyê ev 2 sal in li ATK’a Stenbolê tên lêkolînkirin. Hevserokê ÎHD’a Rihayê Mûstafa Vefa diyar kir ku lêkolîneke ewqas dirêj, di esasê xwe de berdewamiya polîtîkaya necezakirinê ye.    Di 18’ê gulana sala 2019’an de li Taxa Derto ya Xelfetiya Rihayê di navbera endamên HPG’ê û polîsan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 endamên HPG’ê û polîsekî jiyana xwe ji dest dan. Piştî pevçûnê jî polîsan bi ser malan de girtin û 55 kes binçav kirin. Kesên binçavkirî li Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê û li Şaxa TEM’ê rastî îşkenceya ceyranê hatin. Bi ser bûyera ku weke “Îşkenceya Xelfetiyê” tê zanîn re 3 sal derbas bûn. Welatî, li baxçeyê Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê pê devî dirêjî erdê hatibûn kirin û leşkeran bi postalên xwe dabûn ser welatiyan. Wêneyên vê îşkenceyê li ser medyaya civakî hatibûn parvekirin. Îşkence û nêzikatiya xerab a li qereqolê, li Şaxa TEM’ê jî berdewam kir. Kesên ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin, di îfadeyên xwe yên dozgeriyê de diyar kirin ku dema li qereqolê bi ceyranê hatine îşkencekirin, li wan hatiye xistin û organên wan ên zayendî hatine guvaştin û îşkenceyeke dermirovî li wan hatiye kirin.    Ji 55 kesên hatine binçavkirin derheqê 24 kesan de kirarî hatin kirin û 13 kes hatin girtin. Danişînên dozê di dîrokên cuda de hatin kirin û ji wan 10 kes hatin berdan û 3 kes hêjta girtî ne. 9’emîn danişîna dozê di 25’ê hezîrana sala 2021’an de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate dîtin. Şandeya dadgehê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Celal Ercan û Zekî Alakuş, bi heman îdiayê 5 sal cezayê girtîgehê li Mehmet Alakuş birî.    DÎMEN EV DU SAL IN TÊN LÊKOLÎNKIRIN   Îşkenceya li Xelfetiyê hatiye kirin, hem li Tirkiyeyê û hem jî li qada navneteweyî bû rojev. Li ser vê yekê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi koda “Lezgîn” kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û ev mijar ketibû rojeva Parlamentoya Ingilistanê. Piştî bertekên raya giştî û hewldanên Baroya Rihayê, derheqê hinek polîsên li Şaxa TEM’ê lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji hêla 3 karmendên cendirmeyan ve rapora kesê pispor hate amadekirin. Dîmenên ku 6 terebayt û yên 12 rojan ên Şaxa TEM’ê, Edliyeya Rihayê, nexweşxane û Qereqola Yaylakê, ji bo lêkolînkirinê radestî karmendên cendirmeyan ên Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê hatin kirin. Karmendên cendirmeyan piştî lêkolînê îdia kirin ku îşkence nehatiye kirin. Piştî îtîraza parêzeran, di gulana 2020’an de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê re hatin şandin. Lê belê tevî ku bi ser şandina dîmenan re 2 sal derbas bûn jî heta niha hêj jî lêkolîn nehatiye temamkirin.    Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Mûstafa Vefa ku ji bo lêkolînkirina nêzikatiya xerab û îşkenceyê di nava şandeya Baroya Rihayê de cih digirt, bi ajansa me re axivî. Vefa, got ku bi ser bûyerê re 3 sal derbas bûn lê hêj kesên îşkence kirine nehatine darizandin û ev yek jî weke “polîtîkaya necezakirinê” nirxand.    ‘KESÊN ÎŞKENCEKAR KIRIN PISPOR’   Vefa, bi bîr xist ku wêneyê dema îşkenceyê ji hêla hesabeke bi navê JÎTEM ve li ser medyaya civakî hatiye parvekirin û wiha got: “Bi awayekî vekirî li pêş çavên her kesî ev îşkence kirin. Heman îşkence hem li derve û hem jî li hundir kirin. Me dîmenên li qereqolê xwestin û ev dîmen hatin komkirin û li dosyayê hatin zêdekirin. Aşkera bû ku îşkence hatiye kirin. Lê belê ji kesê pispor re şandin. Kesên pispor jî îşkencekar bi xwe bûn. Lewma gotin; ‘me lêkolîn kir lê rastî îşkenceyê nehatin.’ Me piştre îtîraz kir û du sal berê ev dîmen ji ATK’a Stenbolê re şandin. Bi ser re du sal derbas bûn lê ne dîmen hatin û ne jî rapor. Îfadeyê tenê yek hêzên ewlekariyê negirtin.”    ‘BI NECEZAKIRINÊ HATIN XELATKIRIN’   Herî dawî jî Vefa ev tişt anî ziman: “Ev kes bi ‘necezakirinê’ hatin xelatkirin. Necezakirin li Tirkiyeyê bûye polîtîkayek. Îşkenceyek giran hatibû kirin ku hinek birînên giran ên fîzîkî û ruhî vekirin. Lê di dosyayê de pêşketinek tune ye. Em ê dev ji dosyayê bernedin. Heta ku berpirsyar tên cezakirin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke ev karmendên cemaweriyê bihatina darizandin, dê îşkence ewqas berbelav nebûya. Ji sala 2015’an ve li Rihayê gelek kes hatin îşkencekirin û mafê wan ê jiyanê hate binpêkirin. Heke lêpirsîneke bibandor bihata kirin û hêzên ewlekariyê bihatina cezakirin, belkî Muharrem Aksem niha hêjta bijiya. Divê meqamên darazê di zûtirin dem de peywira xwe pêk bînin, dosyayê temam bikin û berpirsyaran bidarizîne. Banga me ji saziyên navneteweyî jî ew e ku vê dosyayê têxin rojeva raya giştî.”