Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome 2022-05-18 13:25:18   RIHA - Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 436'emîn de didome.   Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku du kur û hevjînê wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin kuştin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin di rja 436'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar îro ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û li "quncikê nobeta edaletê yê malbata Şenyaşar" dest bi nobeta xwe kirin.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal hesabên fermî yên medya sanal ên Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Serokkomar Tayyîp Erdogan etîket kir û peyam parve kir: "Kesên ku zêdetirî salekê ye dayikê li ber deriyê edliyeyê didine sekinandin wê di dîrokê de bi neletên bên bibîranîn."