Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin 2022-05-18 13:52:07   AMED - Saziya Tiba Edlî, polîs Hakan Avci yê ku li Amedê otobusê li Cîhan Can qeliband û ew kuşt, ji sedî sed bi qisûr dît.    Li Amedê polîsê bi navê Hakan Avci otobusa zirxî li endezyarê avahiyan Cîhan Can qelibandibû û ew kuştibû. Derbarê polîs de ji sûcê “bi zanebûn bûye sedemê mirina qestî” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Asliyeya Amedê ya 11’emîn hat lidarxistin. Polîsê bersûc tev li danişînê nebû. Parêzerê bersûc, birayên qurbanî Neytullah û Veysî Can û parêzerê xwe Fuat Coşacak beşdarî danişînê bûn.    CÎHAN CAN BÊQISÛR E    Heyeta dadgehê ya ku guherîbû li danişînê nihêrî û rapora ji Saziya Tiba Edlî (ATK) hatibû xwend û li dosyeyê zêde kir. Di raporê de hat gotin ku polîsê bersûc ji sedî sed bi qisûr e û qisûra sereke aydê polîs e. ATK’ê her wiha Cîhan Can jî bêqisûr dît.    RAPOREK NÛ XWEST    Parêzerê bersûc diyar kir ku ew rapora ATK’ê qebûl nakin û xwest raporek nû bê amadekirin.    Birayên Cîhan Can jî diyar kirin ku rapora ku li gorî şahidên bûyerê û ATK’ê hatiye amadekirin hev digire û ji destpêkê ve bersûc bi qestî tevger dike û xwestin were cezakirin.    XWEST DAXWAZA RAPOR NÛ BÊ BETALKIRIN    Parêzerê malbatê Fuat Coşacak jî anî ziman ku hewcehî bi raporek nîne û xwest daxwaza parêzerê bersûc a raporek nû were redkirin.    DOZGER JÎ WEK PARÊZERÊ BERSÛC TEVGERIYA    Dozger jî mîna parêzerê bersûc tevgeriya û wî jî xwest raporek nû ya ATK’ê were amadekirin.    Dadger ji bo ku daxwaza raporek nû were nirxandin û dadgerê rayedar dosyeyê binirxîne danişînê taloqî 23’ê gulanê kir.