Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in 2022-05-18 14:16:41   AMED - Malbatên girtiyan ên li pêş ATK’ya ku bi raporên têkildarî girtiyên nexweş amade dike bertek nîşanî wê tên dayîn, Nobeta Edaletê girtin wiha gotin: “Em di daxwazên xwe de bi israr in. Ev pirsgirêk ne tenê ya me ye, pirsgirêkeke civakî ye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Amedê dane destpêkirin di roja 184’emîn de ye. Malbatên girtiyan îro jî li pêş avahiya Saziya Tiba Edlî (ATK) hatin gelhev. Endam û rêveberên MED TUHAD-FED’ê, TÛAY-DER’a Amedê, MED-DER, OHD Û DBP tev li daxuyaniyê bû.    BANGA ÇARESERIYÊ    Di daxuyaniya ku her tim dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin de yek ji malbata girtiyan Herdem Merwanî axivî. Merwanî, bi lêv kir ku 7 meh in di nobeta edaletê de ne û wiha got: “Me ferq û cudahiya girtiyan nekir û bang li wijdana raya giştî kir û dest bi çalakiya xwe kir. Lê piştgiriya ku em li bende bûn hêj nehatiye dayîn. Hin kes hatin berdan. Lê ji bo xizmên me tu çareserî nehate pêşxistin. Em daxwazên xwe dubare dikin û di daxwazên xwe de bi israr in.”   ‘PIRSGIRÊKEKE CIVAKÎ YE’   Merwanî, bal kişand ku dema girtî tên ber mirinê tên berdan û wiha berdewam kir: “Di vê rewşê de tedawiya girtiyên nexweş jî nayê kirin. Em westiyan lê em ê her tim daxwazên xwe bînin ziman. Kî çi bike bila îro bike. Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş ne baş e. Rewşa bavê min jî nebaş e. Me weke malbatên girtiyan tenê behsa girtiyên xwe nekir. Ji ber ku pirsgirêkeke giştî ye. Ji ber wan mirovên bikarin vê pirsgirêkê çareser bikin pirsigirêk mezin dibe. Ev pirsgirêk ne tenê ya me ye pirsgirêkeke civakî ye.”