Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin 2022-05-18 15:30:18   WAN - Çaremîn Dadgeha Îdareyê ya Wanê, biryara rawestandina projeya HES'ê ku dihat xwestin li ser çemê Sortkîn ê li navçeya Şaxê bê avakirin da.    Li navçeya Şaxê ya Wanê, li ser çemê Sortkîn projeyeke Santrala Hîdro Elektrîkê (HES) hat amadekirin û di sala 2019'an de dest bi avakirina wê hat kirin. Ev proje bi xesardayîna xwe ya hawirdorê hatibû rojevê û ji bo rawestandina wê doz hatibû vekirin. Doza ku hatibû vekirin li Çaremîn Dadgeha Îdareyê ya Wanê hat dîtin û bi encam bû. Dadgehê, diyar kir ku rapora erênî ya Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) baş nehatiye amadekirin û îhmalên raporên rêz kir. Dadgehê, ji ber ku proje wê xesarê bide hawirdorê projeyê betal kir û biryar da ku bê sekinandin.