Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn 2022-05-18 15:54:01   STENBOL - Di doza ku Midura Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatibû girtin Reyhan Çapan jê dihat darizandin de sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Ji ber nûçeya bi ser navê "Ji KCK'ê Biryara Bersivdayînê" ku di 12'ê tîrmeha 2015'an de di Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatibû girtin de hatibû weşandin, li Hevgerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê û Midura Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê de bi angaşta "Propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Di doza ku li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hatibû dîtin de dadgehê ceza li rojnameger Çapan birîbû û cezayê ku li Keskîn hatibû birîn jî taloq kiribû. Li ser îtîraza parêzerên Çapan Dadgeha Bilind cezayê li Çapan hatibû birîn xera kir û biryara ji nû ve darizandina wê dabû.    Li ser vê duyemîn danişîna dozê îro li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerê Çapan Ozcan Kiliç tev li danişînê bû. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe dubare kir. Parêzerên Kiliç, parastina nivîskî ku dabûn dubare kir û daxwaza beraeta Çapan kir. Piştî parastinê dadgehê, biryar da û sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Çapan birî.