Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn 2022-05-18 15:58:13   AMED - Komeleya 78’an, Şehîdên Meha Gulanê li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi bîr anîn. Di çalakiyê de hat gotin ku dê xwedî li têkoşîna wan derkevin û têkoşîna wan mezintir bikin.   Komeleya 78’an a Amedê bi mebesta bîranîna Çar Şoreşgerên Kurd Ferhat Kurtay, Eşref Yanik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner û Şehîdên Meha Gulanê, li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de endam û rêveberên Komeleyê 78'an, Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tiştên ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hatine jiyîn bîne bîra xwe! Ji bîr neke û hesabê bipirse” hatibû vekirin.    Li ser navê girseyê Hevserokê Komaleya 78'an a Amedê Hûseyin Bariş daxuyanî xwend. Bariş, di serî de şoreşgerên wekî îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Yanik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û Mazlum Dogan bi bîr anî. Bi domdarî Bariş got ku civak li gorî pêvajoyan lehengan diafirîne û wiha domand: “Divê civak van lehengan baş fêm bike û bide ser rêça wan.”   ‘EM Ê WAN TU CARÎ JI BÎR NEKIN’   Di berdewamê de Bariş bi lêv kir ku têkoşîna şoreşgerên 1970’ an bandora xwe ya li ser Kurdistanê her ku diçe zêdetir dike û wiha qedand: “Rizgariya neteweyî di serî de bi keda Hakî Karêr mezin bû. Lê Karer bi provakasyonê hate qetilkirin û piştre jî lêhûrbûna partîbûnê dest pê kir. Di heman demê de Çar Şoreşgerên Kurd, tarîtî bi agirê xwe ronî kirin. Em ê tu caran wan şoreşgeran ji bîr nekin û têkoşîna wan mezintir bikin.”    Piştî daxuyaniyê jî beşdaran qurnefîl avêtin baxçeyê girtîgehê û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Çalakî bi çepikan bi dawî bû.