Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be 2022-05-18 16:48:00   ÎZMÎR - Malbatên girtiyên ên ku Nobeta Edaletê didomînin xwestin girtî demildest bên berdan.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ên li Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan dabû destpêkirin, di roja 62'yemîn de berdewam kir. Çalakiya îro li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Buca ya Îzmîrê hat lidarxistin. Di çalakiya îro de endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) û welatî çûn serdana malbatan.   Ji xizmên girtiyan Medîne Kaymaz ku kurê wê girtiyê nexweş Bayram Kaymaz li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin di çalakiyê de axivî. Kaymaz, anî ziman ku ew wek dayikên girtiyan edaletê dixwazin û wiha got: "Zarokên me di girtîgahan de wek kirêciyan tên dîtin. Wisa bûye ku her tişt bi pere tê dayîn."   'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN ZAROKÊN XWE'   Bi domdarî Kaymaz xwest ku girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û girtiyên nexweş bên tedawîkirin û wiha domand: "Dermanên girtiyên nexweş nayên dayîn an jî dermanên şaş tên dayîn. Girtî jiyana xwe ji dest didin û berpirsyarên vê yekê jî dewlet e. Zarokên me dibin deverên dûr lewma bi salaye em nikarin zarokên xwe bibînin. Bila ev zilme biqede. Em li hemberî zilmê serî natewînin. Ji ber şerê heyî û qeyrana aborî her  kesek perîşan bûye. Em dibêjin êdî bes e."   Piştre jî dayika girtî Medet Sever a li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirma ya Balikesîrê tê ragirtin, Hanim Sever axivî û ev tişt anî ziman: "Banga min ji bo wezîrê edaletê ew e ku pêşî li ber mirinan bigire. Bila zarokên me yên nexweş bên tedawîkirin û yên ku înfaza wan hatine şewitandin jî bên berdan."