Li Geverê 3 kes hatin berdan 2022-05-18 20:14:10   COLEMÊRG – Li Geverê her 3 kesên kudu hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Gever a Colemêrgê duh danê sibê polîsan avêt ser hin malan. Di avêtina ser malan de welatiyê bi navê Hasan Keskîn, Ramazan Çitak û Eyûp Subaşî hatibûn binçavkirin. Her sê welatî jî ji ber angaşta "endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin. Piştî îfdaeya li Fermandariya Cendirmeyan a Geverê herê 3 welatî sewqî edliyeyê hatin kirin.   Hasana Keskîn û Ramazan Çitak piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û Eyup Sûbaşî jî sewqî dadgehê hat kirin. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar Sûbaşî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt berda.