ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-19 09:00:58 * Xwendekarên zanîngehê ku ji ber rewşa aborî zor û zehmetiyê dikişînin, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetê bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe û ji wargehê derkevin derve.  * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku bi dirûşmeya "Em tiryakê ji holê rakin jiyanek nû ava bikin" kampanyayek dabûn destpêkirin, anîn ziman ku bi kûrs û çalakiyên sporê yên di çaçroveya kampanyayê de gelek ciwan ji nav vê dafikê rizgar kirine.    * Dayika Halîme Temel ku di têkoşîna azadiyê de du zarokên xwe winda kirine bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê da û wiha got: “Divê tu kes li dijî vî şerî bêdeng nemîne. Bêdengî mirin e. Ev ne şerê birakujiyê ye. Ev şer, şerê xiyanetê ye. Em ne şer lê azadiyê dixwazin.”    * Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku desthilat her ku qels dibe serî li polîtîkayên şer dide û Tirkiye dê wekî êrişên xwe yên berê di vê êrişa nû de jî bi ser nekeve.    * Parêzer Sezen Ezer diyar kir ku biryara Şûraya Dewletê ya derbarê Peymana Stenbolê de destkeftiyeke têkoşîna jina ye û got: "Heya Peymana Stenbolê bi awayekî çalak neyê pêkanîn dê têkoşîna me bidome."    * Dayikên gêrîllayên HPG’ê ku li herêma şer jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşnê bikaranîna çekên kîmyewî dan û ev tişt gotin: "Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin."   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 437'an de berdewam dike.    * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, Dayikên Şemiyê û TÎHV, bi munasebata Hefteya Windayan wê serdana gorên Ridvan Karakoç û Hasan Ocak bikin. (12.00)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê, derbarê mitînga ku wê li Enqerê li dar bixin de li Odeya Tabîban a Amedê civîna çapameniyê li dar bixin. (12.30)   * Nobetên Edaletê yên xizmên girtiyan wê li Amed, Stenbol û Îzmîrê berdewam bikin. (13.00-16.00)   * Li Stenbol û Edenê derbarê kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane de bîranîn bên kirin. (17.00-19.00)