Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin 2022-05-19 11:44:50   WAN - Karker Adem Esen ku li kana keviran dixebitî û jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Qelqeliyê hat veşartin.   Karker Adem Esen (19) ku li Enqerê li kaneke keviran dixebitî, ket nav makîneyeke keviran û bi awayekî dilsotîner jiyana xwe ji dest da. Malbata Esen cenazeyê kurê xwe ji morga nexweşxaneya ku wî ji bo otopsiyê rakiribûnê girt û anîn navçeya Qelqelî ya Wanê. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Esen li goristana gundê Molatopûz ê navçeyê hat veşartin.