Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin 2022-05-20 09:06:59 AMED - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Elîf Tûran, diyar kir ku mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û bi lêv kir ku biryarên ku ATK dide û nirxên bijîşktiya gerdûnî ji hev nagirin.  Girtiyên nexweş ku Saziya Tiba Edlî (ATK) û rêveberiyên girtîgehan raporên “dikarin di girtîgehê de bimînin” û “ne di rewşeke baş de ye” didin wan yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) heta niha di girtîgehan de 651 jê giran herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di meha Çileya 2022’yan 3, di Sibatê de 4, di Adarê de 5, di Nîsanê de 3 û di Gulanê de 2 bi komî 17 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Girtiyê ku herî dawî di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da bû Abdûllah Ece. Eceyê ku gelek nexweşiyên wî hebûn, piştî înfaza wî hate taloqkirin di 14’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.     Seroka Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Tûran, rewşa girtiyên nexweş ku bi mirina Ece careke din hate rojevê û biryarên di derbarê wan de tên dayîn nirxandin.    XWE GIHANDINA TENDURISTIYÊ   Tûran, da zanîn ku girtî bi nameyan an jî bi rêya hevdîtina malbat û parêzeran têkildarî rewşa xwe serî li wan dane û bi lêv kir ku di serlêdanan de herî zêde qala mafê xwe ragihandina tenduristiyê hatiye kirin. Tûran, anî ziman ku qasî pêkanînên antîdemokratîk ên li welat zêde dibin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî zêde dibin û wiha got: “Rewşa girtîgehan a li welatekî, bi demokrasiya welatekî re têkildar e.”   Tûran, destnîşan kir ku mafê tenduristiyê perçeyekî mafê jiyanê ye ji bo her mirovî mafekî bingehîn e û wiha berdewam kir: “Ji bo girtî û hikumxwaran hefskirinek heye. Girtî jî ji aliyê mafê tenduristiyê ve bi mirovên derve re xwedî heman mafan in. Têkildarî vê peymanên navnetewî jî hene. Li gorî peymanan divê li gorî rûmeta mirovahiyê nêzîkî kesekî di girtîgehê de bibin. Mînak divê ava vexwarinê bitendurist be, bes be û divê xwe gihandina xwarinê hebe.”   BIRYARÊN ATK’Ê NE LI GORÎ NIRXÊN BIJÎŞKTIYÊ NE   Tûran, qala raporên “dikarin di girtîgehê de bimînin” ku ATK dide girtiyên nexweş kir û bi bîr xist ku tevî ku Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk jî ATK’ê li dijî wê biryar da. Tûran, bal kişand ku yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa girtiyekî weke Ozkan ji aliyê bijîşkan ve hatiye nirxandin û rapora nikare di girtîgehê de bimîne dane wî. Lê tevî vê yekê jî rapora ATK’ê ya li dijî vê yekê heye. Ozkan girtiyekî ku di rêveçûnê de zehmetiyê dikişine û nikare tena serê xwe bijî ye. Kesekî wisa divê hem ji ber nexweşiya xwe hem jî ji ber temenê xwe di girtîgehê de nemîne. Bi hezaran girtiyên di vê rewşê de hene. Ji ber vê yekê biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê yên gerdûnî ji hev nagirin.”   ‘DIVÊ EWILÎ GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN GIRAN BÊN BERDAN’   Tûran, bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hejmara girtiyan a ji kapasîteya heyî zêdetir mafê xwe gihandina tenduristiyê ji holê radike. Weke ku têra xwe mafê xwe gihandina tenduristiyê nîne, paqijiyeke têrker jî nîne. Ji bo ku pêşî li nexweşiyan bê girtin divê xwe gihandina tenduristiyê hebe. Helbet divê ewilî girtiyên nexweş ên giran bên berdan.”