Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin 2022-05-20 12:02:07   RIHA - Şandeya ku bi pêşengiya KCD, DBP, TJA û HDP’ê xwestin li gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan balê bikişînin ser tecrîdê hatin astengkirin. Malbata Ocalan bertek nîşanî astengkirinê da û vê bangê kir: “Tavilê deriyên Îmraliyê vekin.”    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, şandeyek şand gundê Amara ya bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve. Ji gelek bajaran welatî û nûnerên van saziyan berê xwe dan Amarayê. Şandeya ji van saziyan pêk dihat xwest, meşek li dar bixe. Lê girse di ketina gund de ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin û destûrê nedan ku şandeya ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de biçin gund.    Welatiyên ji Pirsûsê û Çewligê çûn xwe gihandin ber mala Ocalan. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan, Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan û xizmê Ocalan Alî Ocalan mêvanên xwe pêşwazî kirin.  'AMARA MALA HEMÛ KURDAN E’    Omer Ocalan axivî û bertek nîşanî astengkirinê da û diyar kir ku serdana ji bo malbata me bi awayek neqanûnî hat astengkirin. Ocalan anî ziman ku ew mêvanên Ocalan her roj pêşwazî dikin û ev xanî û gundê wan mala gelê kurd e.    'EV MALA GEL E’    Ocalan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e û gundê wan Amara mîna 4’ê Nîsanê îro jî hatiye dorpêçkirin. Ocalan astengkirinê şermezar kir û wiha got: “Ev mafê herî demorkatîk e. Lê zilmê li me dikin. Ev dewlet ji her tiştî re pirsgirêkê derdixe, heqaretê li gel dike. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Hûn kengê bixwazin ev derî ji bo we vekirî ye. Ev mala gelê me ye.”    'HAYA ME JI ÎMRALIYÊ NÎNE’    Pişt re Mehmet Ocalan jî axivî û destnîşan kir ku tecrîdkirina li Ocalan tê sepandin ji aliyê hemû dinyayê ve tê zanîn û got: “Ez gelek caran çûm Îmraliyê û min bi serok re hevdîtinê kir. Du sal in haya me ji Îmraliyê nîne. Tiştekî wisa ye ku ev yek ne di qanûnên Tirkiyeyê de û ne jî di qanûnên dinyayê de nayê qebûlkirin. Em vê astengkirina mêvanên xwe qebûl nakin. Hem tecrîdê dikin hem jî mala Serok li gel digirin. 4 însan li Îmraliyê tên ragirtin û haya kesî ji wan nîne. Divê tavilê Deriyên Îmraliyê li me malbatan bê vekirin. Ev sepanên antîdemokratîk ne çare ne. Hemû pirsgirêk bi şiklek demokratîk dikare were çareserkirin. Ji xeynî vê tu çareya me nîne.”   Ocalan bertek nîşanî qedexekirina her deverê da û da zanîn ku di serdema darbeya 12’ê Îlonê de sepanên wiha nebûn û di dawiyê de wiha got: “Bila hem qedexeyên li ser malbatê hem jî qedexeya li ser Îmraliyê bê rakirin.”    Malbatê Ocalan û mêvanên çûbûn gel wan ji Amara hatin Xelfetî û tev li daxuyaniya li vir bû.