Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin 2022-05-20 12:02:44   STENBOL- Hunermenda kurd Zelal Gokçe li Stenbolê hate binçavkirin.    Hunermenda kurd Zelal Gokçe duh di saetên şevê de li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin. Nehat zanîn bê ka Gokçe ji ber çi hatiye binçavkirin. Têkildarî mijarê hevalên Gokçe li ser hesabên xwe yên medyaya civakî biryara binçavkirinê ragihandin û diyar kirin ku nizanin bê ka polîsan Gokçe ber bi ku de birine.