Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir 2022-05-20 13:37:42   RIHA - Serdar Îzol ê ku hevjîn, law û birayê wî di êrişa çekdarî de hatin kuştin li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir.    Li gundê Çeltika Siwêrega Rihayê di 15’ê hezîrana 2019’an de di navbera malbatan de şerê “nelihevkirina erdan” derketibû. Malbata Parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol, êrişî ser malbata Serdar Îzol kiribûn. Di encama êrişê de ji malbata mexdûr Meral Îzol û lawê xwe Mûsa Serhat Îzol, Hakki Îzol û Zozan Îzol hatibûn kuştin. Serdar Îzol bi daxwaza edaleta ji bo hevjîn û kurê xwe û bira û jinbira xwe pêk were li ber Edliyeya Rihayê çalakî li dar xist.    Îzol anî ziman ku dê di 1’ê hezîranê de danişîna 10’emîn a dozê were lidarxistin. Îzol behsa zext û gefên li ser xwe kir û wiha got: “Dibêjin ‘em ê çend qirûşan bidin we dest ji gund berdin. Ji bo ez neçim dadgehê, li min didin, sewalên min dikujin, dest danîne ser eraziyên min. Ez li bendê me biryar ji danişînê derkeve. Li ber deriyê me ro li nîvro me qetil kirin. Kurê min Mehmet Metîn Îzol ku xwe bi kevir ji êrişê xwe parast, sê sal in girtî ye. Lê kujeran yek bi yek berdan. Piştî ferdên malbata min, sewalên min jî kuştin. Wê kî zilma van bisekinîne.”    XWEST SEROKÊ BAROYAN TEV LI DANIŞÎNÊ BIBE    Serdar Îzol banga beşdariya danişînê kir û got: “Ez dixwazim serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê jî tev li danişînê bibe. Em dixwazin her kesê xwedî wîjdan piştevaniya me bike. Hem malê me dixwin hem jî canên me qetil kirin. Hem di warê madî de hem di warê manevî de me têk birin. Ji malbata min 4 kesan kuştin û 2 kesan jî birîndar kirin. Em tenê edaletê dixwazin.”    Danişîna dozê dê di 1’ê hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê ya 2’yemîn bê lidarxistin.