Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe! 2022-05-20 18:37:50   AMED - DÎSKÎ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hinceta "tahsisat tune ye" mudaxileyî lexema ku gefê li tenduristiya welatiyan dixwe nake.    Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, mudaxileyî ava qenalîzasyonê ya diherike ber dîwarê baxçe yê li Uçkûyûlar a Yenîşehîrê nake. Ava ku di qenalîzasyonê de kom bûye nêzî qada lîstikê ya zarokan e û gefê li tenduristiya şêniyên derdorê dixwe. Şêniyên TOKÎ ya Uçkûyûlarê ji bo vê gelek caran serî li DÎSKÎ'yê dane, lê DÎSKÎ'yê ji wan re gotiye "tehsisat tune ye" û daxwaza wan red kiriye.    Piştî gilî zêde bûn Seroka CHP'ê ya Amedê Gonul Ozel çû herêmê û hin lêkolîn kirin. Ozelê got: "Ji ber ku TOKÎ tekûz nehatiye çêkirin û ji ber ku ji her tiştî hatiye dizîn cihê herikînê yê qenalîzasyonê ber bi derve ve diherike. Hem ji bo tenduristiyê talûke ye hem jî ji bêhna kes nikare nêzî wê bibe. Ev bêhn her roj tê van mirovan. Hem ji bo tenduristiyê nebaş e hem jî tiştekî pir talûke ye. Em dixwazin rayedar rojek berî rojekê vê meseleyê hel bikin."    Ozelê diyar kir ku şêniyên TOKÎ'yê gelek caran ji bo vê serî li DÎSKÎ'yê dane û got: "Şêniyên vira dibêjin me serî li DÎSKÎ'yê daye, lê DÎSKÎ'yê ji wan re gotiye 'tahsisat tune ye'. Li Tirkiyeyê ji bo kesên 4-5 meaşan digirin û ji bo her tiştî tahsisat heye, lê ji bo çêkirina qenalîzasyonê ku mafê herî xwezayî yê mirovan e tahsisat tune ye. Aha em bi rewşeke wiha re rû bi rû ne."