Li Bestayê qirkirina daran didome 2022-05-20 18:51:48   ŞIRNEX – Li Bestayê darên ku cerdevan wan di bin çavdêriya eskeran de dibirin, bi TIR'an ber bi derveyî bajêr ve tên şandin.    Operasyonên eskerî yên li herêma Besta, Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê didomin. Di çarçoveya operasyonan de li van deveran qirkirina daran jî bênavber didome. Cerdevanên ku ji bajaroka Sêgirkê û bajaroka Hîlalê yên Qileban a Şirnexê ber bi herêmê ve hatin şandin, li devera Qurteka Pêşya, Tîkera û Kaniya Mîr ên Bestayê di bin çavdêriya eskeran de daran dibirin. Darên tên birîn jî bi TIR'an ber bi derveyî bajêr ve tên şandin.    6 TIR'ên ku gava li gundê Avgamasya yê Şirnexê darên hatine birîn bar dikirin dîmenên wan hatin girtin.