Li Amedê 10 kes hatin girtin 2022-05-20 21:47:41   AMED - Li Amedê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Halîde Turkoglû jî di nav de 10 kes hatin girtin.    Ji 13 kesên ku bi îfadeya şahid Kezîban Kûdayê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibûn binçavkirin, 10 jê hatin girtin. Endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halîde Turkoglû, Çekdar Bûdak, endama Desteya Rêvebir a Navendî Sevîm Akdag û Zelîha Kocaman, rêvebira Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) Emîne Aksoy û endamên Meclîsa Ciwanan Betul Unsal, Metîn Yilmaz, Berîtan Yaşar, Hamza Agirman, Esengul Kiliç, Nûrûllah Ozgun, Rûbar Armagan û Mûstafa Kûrt îro sewqî edliyeyê hatin kirin.    Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar Turkoglû, Bûdak, Akdag, Kocaman, Unsal, Yilmaz, Yaşar, Agirman, Kiliç û Kûrt bi sûcê "endamtiya rêxistinê" girtin û Ozgun û Armagan jî bi şertê kontrola edlî berdan. Her wiha Emîne Aksyo jî pişt îfadeya li dozgeriyê hat berdan.