Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin 2022-05-20 23:26:33   ÎZMÎR - Li Îzmîrê zilamê bi navê M.A. Cansû Aydogdû ya dev ji wî berdabû qetil kir û Nedîme G.'yê birîndar kir.    Li navçeya Konak a Îzmîrê zilamê bi navê M.A. (37) Cansû Aydogdû (31) a dev ji wî berdabû qetil kir û dêya Aydodgdûyê Nedîme G. (49) jî bi giranî birîndar kir.    M.A. gava her du jinan bi giranî birîndar kiriye reviyaye. Piştî kesên li derdorê hay pê xistine polîs û tenduristkar hatine cihê bûyerê. Tenduristkar dê û keça wê bi ambulansê rakirine nexweşxaneyê. Cansû Aydogdû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê rakirine morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.   Dayik Nedîme G. ya bi giranî birîndar bûye jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.