Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn 2022-05-21 09:41:54   STENBOL – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî astengkirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re serî li Komîteya Nêzîkatiyên Hov, Dijmirovî yan jî Biçikxistinê yên Din an jî Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (SPT) ya Neteweyên Yekbûyî da û ji bo demildest gav bên avêtin bang kir.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo pêwendî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ne bê danîn û hevdîtin bi wan re bê kirin serî li Komîteya Nêzîkatiyên Hov, Dijmirovî yan jî Biçikxistinê yên Din an jî Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (SPT) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da.   Di serlêdanê de binpêkirinên mafan ên heya niha hatine kirin hatine diyarkirin û serlêdanên ji bo vê yên li Dadgeha Qanûna Bingehîn, Wezareta Dadê, Komîsyona Vekolandinê ya Mafên Mirovan, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Ceza û Dadgeriya Înfazê hatine destnîşankirin. Parêzeran di serlêdanê de diyar kirine ku tu encameke erênî ji serlêdanan negirtine û gotine ku muwekîlên wan di çarçoveya “incommunicado”yê de hatine desteserkirin.    Her wiha di serlêdanê de xala 7'an û xala 10'an ên Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî (ÛMSHS) hatine bibîrxistin. Di berdewama serlêdanê de li ser cezayê hucreyên yên li muwekîlan tên birîn û ji ber van serlêdanên ji bo hevdîtinê tên taloqkirin an jî astengkirin jî hatiye sekinandin û ji bo vê xala 45'an a Pîvanên Standard ên Neteweyên Yekbûyî yên Derbarê Girtiyan de hatiye bibîrxistin.    'DIJÎ MAFÊN MIROVAN E'   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kirine ku di çarçoveya pêwendiya bi derve re muwekîlên wan bi qedexeyeke ji sedî sed re rû bi rû ne û ev yek divê wekî hepsa “incommunicado / desteserkirinê" bê nirxandin. Parêzeran destnîşan kirine ku ev bi her awayî dijî belge û standardên mafên mirovan ên navneteweyî ne.    TESPÎTA DMME'YÊ   Di serlêdanê de li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hatiye sekinandin ku di 18'ê Adara 2014'an de piştî serlêdana Ocalan tespît kiribû ku li girtîgehê nebûna derfetên pêwendîdanînê yên pêşî li ber tecrîda civakî digirin, sînorên li ber xwegihandina agahiyan û astengiyên li ber serdêran hemû binpkirina qedexeya îşkenceyê ne.    Parêzeran di serlêdanê de diyar kirine ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeberê ji muwekîlê xwe nagirin û gotine: "Ev yek bi her awayî xetereyeke potansiyek di xwe de dihewîne."    ‘EM NIZANIN ŞERT Û MERC ÇAWAN E'   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di serlêdana de destnîşan kirine ku bi qasî serê derziyê jî haya wan ji şert û mercên ku muwekîlên wan tê de ne tune ye û xwestine demildest hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin.   DEMILDEST    Parêzeran di berdewama serlêdanê de gotine: "13 meh in parêzer tu xeberê ji muwekîlên xwe nagirin û ev yek fikara ji bo tenduristiya wan, şert û mercên ew tê de ne zêde dikin. Parêzer daxwaz dikin ku ji bo demildest pêkanînên 'incommunicado' yên li ser Birêz Ocalan û muwekîlên din bi dawî bibin demildest divê gav bên avêtin û ji bo tespîtkirina ewlehiya muwekîlan divê serlêdana Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bê kirin."    MA / Ergîn Çaglar