Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da 2022-05-21 12:24:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ya di êrişên Tirkiyeyê yên li Zapê de 8 HPG’yiyan jiyana xwe ji dest dane.     Hate diyarkirin ku di êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin de li qada Çiyareş a herêma Zapê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest daye.   Navên HPG’iyên jiyana xwe ji dest danae wiha ne: Faysal Yilmaz (Rohat Dengdar), Zozan Erenç (Şevîn Şemzînan), Şeyma Sancar (Şerda Sosin), Emrah Sezgîn (Xemgîn Qelqelî), Sîmav Hesen (Zîlan Besê), Naîla Mezeh (Denîz Reş), Evîn Şêxo (Sema Agirîn), Bekrî Derwêş (Demhat Derwêş).