Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin 2022-05-21 14:45:38   WAN - Di 5’emîn Kongreya Asayî ya BASK-DER’ê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan banga têkoşînê hate kirin.   Komeleya Zanîst Antropolojî Çand û Hunerê ya Yuzuncu Yilê (BASK-DER), 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê ya li bajêr li dar xist. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Hunera Kurdî (ARSÎSA) û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî kongreyê bûn. Di kongreya ku pankartên “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin” û “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    ‘BINGEHA PERWERDEHIYÊ PIRSGIRÊKA HEMÛ CIVAKÊ YE’   Endamê BASK-DER’ê Yûnûs Kuçukçelebî ku piştî hilbijartina endamên dîwanê axivî, bi lêv kir ku zanîngeh ji aliyê rektor û kadroyên akademîk ên alîgir ve tên birêvebirin û wiha got: “Weke ku ji gotina ‘Dibistan eynika civakê ne’ jî tê fêmkirin bingeha perwerdehiya ji zanîstê dûr, bi pere tê kirîn û wekheviya firsendê berçav negire, ne tenê pirsgirêka xwendekaran e pirsgirêka hemû civakê ye. Em weke xiwanên ku hewl tê dayîn bi jinan re bên xistin û bênasname bên hiştin li vir in û gotina xwe dibêjin.”   BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA   Kuçukçelebî, qala tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan kir û wiha berdewam kir: “Em ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Em ê li dijî polîtîkayên taybet xwe pêş ve bibin û birêxistinî li ber xwe bidin. Em jib o van têdikoşin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di vê çarçoveyê de li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê em li komeleya xwe xebatên çandî dikin û qursên zimanê kurdî didin. Ji bo ku hişmendiya baviksalarî bişikînin jî atolyeyên xweser û yên zayendiya civakî yên tevlihev organîze dikin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet em çalakiyên xwendin, niqaş û hişyarkirin li dar dixin. Li dijî hişbir û fihûşê li bajêr û zanîngehê xebatan dimeşînin û ciwanên ketine nav vê çiravê xelas dikin. Em polîtîkayên xiyanetkar ên PDK’ê yên li Kurdistanê teşhîr dikin. Em careke din ji vir dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye û em ê têbikoşin.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’   Endama BASK-DER’ê Eylem Dayan jî diyar kir ku hedefa ewil a polîtîkayên şerê taybet zanîngeh in û wiha got: “Pergal di serî de qada zanîngehan dixwaze hemû ciwanan bênasname bihêle. Bi baweriya me ya mezinkirina têkoşînê ya ku bi pêşengiya xwendekarên zanîngehê dest pê kirî em tarîtiya li Kurdistanê diçirînin û hê jî bi hev re ronakbûyînê didomînin.”   Piştî hilbijartina rêveberiya komeleyê ya nû, kongre bi gerandina govendê bi dawî bû.