Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê 2022-05-21 15:59:56   COLEMÊRG - Hate îdiakirin ku di nava hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîne qereqola li gundê Garê yê girêdayî navçeya Şemzînanê.    Êrişên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin, di roja 34’emîn de bi qewimîna şerên dijwar didome. Hate hînbûn ku cenazeyên gelek leşerên ku hate diyarkirin di şerên hatine qewimîn de jiyana xwe ji dest dane, anîne Qereqola Piyade ya Ewlekariya Hundir a 1’emîn a Tekelî ya li gundê Garê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê ya li ser xeta sînor.    Li aliyê din hate diyarkirin ku leşkerekî di şerê duh ê li Oremarê de birîndar bûye anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Dema leşkerê birîndar anîn nexweşxaneyê, derdora nexweşxaneyê hate dorpêçkirin.