Ji Çelê Herêma Kurdistanê hate bombebarankirin 2022-05-25 11:41:02   COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ji duh êvarê ve Herêma Kurdistanê bi awayekî zêde tê bombebarankirin. Hate diyarkirin ku eskerekî birîndar anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.    Êrişên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe di 17’ê Nîsanê de dane destpêkirin bi şer û pevçûnên dijwar didomin. Piştî ku Wezîrê Parastina Tirk Hûlûsî Akar hate herêma ser sînor, li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê liv û tevgera eskerî û hewayî zêde bû. Li ser sînorê Çelê ji duh êvarî heta serê sibê bomberaneke zêde hate kirin. Danê sibehê û vir ve li herêmê bêdengiyek heye.    LIV Û TEVGERA AMBÛLANSAN   Hate hînbûn ku leşkerekî birîndar anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û di heman saetan de ambulans, helîkopter û wesayîtên sivîl jî sewqî Balafirgeha Selahattîn Eyubî hatine kirin.