Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye 2022-05-29 16:01:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Neamet Badr El-Dîn di konferansa diyaloga Lubnan-Kurd de axivî û diyar kir ku tecrîdeke li dijmirovî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye.    Konferansa diyalogê ku bi mebesta xurtkirina têkiliyên di navbera kurd û ereban de tê lidarxistin, li paytexta Lubnanê Beyrûdê bi ser navê “Ber bi Jiyaneke Hevpar û Hemwelatiya Wekhev ve” tê lidarxistin, berdewam e. Li gorî nûçeya Rojnewsê, di rûniştina ewil a konferansê de Profesorê Zanîngeha Lubnanê Neamet Badr El-Dîn axivî. El-Dîn bal kişand ser armancên siyasî yên dagirkeriyên li ser herêmê û wiha got: “Armanc ew e ku dewletên zeîf têxin bin kontrola xwe, çavkaniyan talan bikin, çand û zimanê wan tune bikin. Piştî Peymana Sykes-Pîcot di serî de şer û aloziyên li herêmê, Iraq, Sûriye ku rê li ber parçekirinê tê vekirin, bi navê demokrasiyê tiştên rû didin ji derveyî kontrolkirina herêmê ne tişteke dine.”   Prof. Dr. Nemat Badr El-Dîn behsa tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û ev tişt anî ziman: “Tecrîdeke dijmirovî li Îmraliyê li ser Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê heye. Hewcehî bi sîstemeke demokratîk heye. Dev ji welatên Rojava berdin ji ber ku Rojava demokrasiyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Rewşa li Ûkrayna, Filistîn û kurdan li ber çavan e. Ferq û nîjatperestiyeke vekirî li holê ye.”   ‘LI DIJÎ TIRKIYEYÊ BIBIN YEK’   Bi domdarî El-Dînî bal kişand ser guhertina demografyaya Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gef e. Bi hinceta teror û ewlekariya neteweyî dîwaran çê dike. Ev dîwar ji bo dagirkirina herêmê ye û sêyemîn mezintirîn dîwarê salê ye. Divê herêmên din li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bibin yek. Tirkiyeyê li Sûriyeyê sûcên mezin kirin. Bi vegerandina welatiyên Sûriyeyê û çêkirina xaniyan dixwaze vî sûcê xwe veşêre. Lê Tirkiye derewa herî mezin dike. Ji ber ku tişta ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, guherandina demografyayê ye.”    ‘ROJAVA MODÊLEKE SERKEFTÎ YE’   El-Dînî got ku divê statûyeke kurdan li Lubnanê hebe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Banga min ji bo hikûmeta Lubnanê ew e ku mafên kurdan nas bike. Her wiha ezmûn û wekheviya jin û mêran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo cîhanê modêleke herî baş û serkeftî ye. Divê jinên li Neteweyên Yekbûyî (NY), welatên Ewropayê sûdê ji ezmûnên jinên li Rojava bigirin.”    ‘EM DIXWAZIN ÇARESERIYEKÎ PEYDA BIKIN’   Her wiha ronakbîr û akademîsyenê iraqî û pisporê diyaloga ereb-Kurdan Dr. Ebdulhisên Şaban jî destnîşan kir ku armanca konferansê ew e ku daxwazên gelê kurd bên zanîn û axaftina xwe wiha qedand: “Ji me hinek kes cara ewil e pirrengiya herêmê dibînin, zilma li ser kurdan dibihîzin û guhdarî dikin. Em dixwazin çareseriyekî peyda bikin û ji bo pratîzekirinê jî encamnameyekî derxînin. Diyaloga kurd-ereb, diyalogeke zanistî, çandî, fikrî û hiqûqî ye û li ser bingeha çarenûsa hevbeş, mafên wekhev û diyarkirina vebijêrkan li gorî berjewendiyên her du gelan dest pê dike. Doza kurdî, ji salên 80’an ve li Tirkiyeyê bûye rojeva herî germ. PKK li wir çalak e. Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1999’an ve dîl hatiye girtin û xwedî fikra neteweya demokratîk e.”