Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir 2022-05-29 20:13:36   ENQERE - Hat diyarkirin ku polisan di saetên serê sibehê de li Enqerê bi ser malan de girtine û 16 ciwanan bi hinceta ku tev li "Meşa Şoreşê" bûne û dûrişmeyan berz kirine binçav kirine.      Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê "Meşa Şoreşê" ku di 26'ê Gulanê de ji bo salvegera 50'yemîn darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ji aliyê ciwanan ve li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) hatibû lidarxistin de lêpirsîn da destpêkirin. Hat diyarkirin ku di saetên serê sibehê de polisan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser malan de girtine û 9 jê jin bi giştî 16 ciwanan bi hinceta tevlîbûna meşê binçav kirine û birine Miduriyeta Polisan a Enqerê.    Dema ku parêzeran xwestiye bi ciwanan re hevdîtin bikin destpêkê bi hinceta "sînordarkirina parêzeran" destûr nehatiye dayîn parêzer bi ciwanan re hevdîtin bikin. Lê piştî israra parêzeran a ji bo biryara dozgeriyê destûr hat dayîn ku bi ciwanan re hevdîtin bikin.